Radyoya Yêrêvan'ê


 R’ûp’elê sereke | “Yêrêvan xeber dide”

“Yêrêvan xeber dide”




 https://ku.armradio.am


© 2013-2025 Public Radio of Armenia

Reproduction on full or in part is prohibited without reference to Public Radio of Armenia.
For more information and questions concerning our website contact us on the following address info@armradio.am.
If you like to insert an advertisment into our website write on the following address ad@armradio.am


https://thebeautystore.com.tr/

https://www.huameilaser.com/


https://www.sincoherenaesthetics.com/tr/hifu/


https://www.cool-mania.com.tr/saglik/saglik-ve-guezellik/mini-hifu-makine-cihazi-4-ue-1-arada-yuez-cildi-icin-en-iyi-genclestirici-ultrason-cihazi

Parveke:

Baba Tahirê Uryan

 

Baba Tahirê Uryan

 

Baba Tahir an Baba Tahirê Uryan 

(jdb. 935 Hemedan - m.1010 Hemedan), 

helbestvan û fîlozofê kurd ê lekî yê sedsala 11an e. 

Roja jidayikbûn û mirina wî bi temamî ne kifş e, di çavkaniyan de gelek ji hev cuda dîrok nişan didin.

 

 

Nasnavê wî

 

Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê ku tê wateya Baba Tahirê Ta'zî yê ku cilan li xwe nake yan jî cilên wî xweşik laşê wî nastrîne. Ev nasnav nişana derwêşbûna wî ye. Hindek dibêjin wateya "Uryan=Xwas" lê ev ne raste. Ji ber ku di zimanê erebî de wateya "Uryan =taziye" kesê bê cil yan kesên ku cilên wî laşê wî ne bi awayekî geştî disitirîne. Û wateya wê bi erebî "Hafî, hefyan" yê ku bê pêlav û nig taziye.


Evîndar ew e ku herdem bi bela be;
Mîna Eyûb bi kurman mubtela be;
Weku Hesen binoşe tasa jehrê
Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be.





Jiyana Baba Tahirê Uryan
 

Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê wî yê ku tê de ji dayik bûye kîjane. (ango Baba Tahir gelê kîja bajarê Kurdistanê bû).

Guman dibe derdorê 1100 salan berê niha hatibûye cîhanê.

Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango warê wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e.

 

 

 

 

 

Şeva min ji şeva yeldayê tarîtir e
Derdê dilê min ji yê alemê bêtir e
Hemû derd gihîştin dermanên xwe
Ji bo dilê min derman bê te`sîr e.

 


 

 

 

Belê niha jî emê qala Helbestvaniya wî bikin.

Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîn in û wek stiranan dihatin bikaranîn. Îro rojhilatnas van helbestan girêdidin pehlewiyan. Bedaxewe heta îroj helbestên wî yên bi kurdî wek helbestên bi farisî, lûrî yan têkilek ji farisî, lûrî û kurdî hatine naskirin. Belam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek helbestvanê Faris jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.

Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozaneki kurd bû ku heger dixwast bi farisî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir!

 


 

Ez im ew bazê spî yê Hemedanî
Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî
Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya
Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî.

 


 

 


Her Wiha

Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeya Qonyeyê de hindek parçe honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku ew yên Baba Tahir in. Ev helbest bi giştî bi zaravayekî kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye. Lê vî zarava bi rastî pirek e di nav ziman û zaravayên kurdî û em dikarin bêjin ku hewramîsoranî û kirmanckî bi hevre girê didin dikin yek.

Niha jî ezê çarînên wî ji were bixwînim.

Du keziyên te li ber ruwê te ne,
Gul û simbil li cem te bi hev re ne;
Dema tu keziyên xwe belav dikî,
Bi hemû mûyên wan dil bi dar de ne.

🙝🙟

Tu ku qamnazenîn û dilruba yî,
Tu ku bêyî kilê çav bi kila yî;
Tu ku xwedyê du keziyên siya yî
Çer dipirsî ku çima awara yî.

🙝🙟

Eger derdê min yek bûya çi dibû;
Ger xema min hindik bûya çi dibû;
Li kêleka min hebîb yan tebîbek,
Ji herduyan yek hebûya çi dibû.


Parveke:

Fêrîkê Ûsiv

Fêrikê Ûsiv   

(jdb. 1934, Sîpan, Êrîvan − m. 3ê gulana 1997an, Êrîvan, Ermenistan) 

Helbestvan û wergêrê Kurd yê êzidî yê ji Ermenistanê (Kafkasya) bû. Di çiriya paşîn a 1934an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê di malbateke kurd ê êzîdî de ji dayik bûye.




Binemala wî

Pêşiyên Fêrikê Ûsiv ji bajarê Qersê, ji gundê Yemençayîrê, piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, tevî kurdên êzidî yên din û ermenîyên herêmê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de gelek kesên ji malbata wî mirine. Malbata wî ji êla sîpkan, bereka wutiyan bûye. Wî dibistana seretayî li gundê xwe Sîpanê, di sala 1951ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê re, bin ava çiyayên kurdan ên li aliyê Ermenistanê derbas bû, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tabietbêjekî yekta.

Xwendin û destpêka nivînsandinê

Fêrik di gundê Pampê ku paşê navê wî wekî Sîpan hatiye guhestin de dibistana xwe ya seretayî xelas dike. Pey wê re, piştî ku çar sala dibîstana navînî diqedîne di sala 1955 an de, Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Dirok û Fîlolojiyê de dike. Di heman sala ku Rojnameya Rêya Teze dest bi weşana xwe a duvdirêj dike da, Fêrik vê rojnameya navdar re helbest û bendê xwe dişîne û ew di rojnameyê de têne weşandin. Ew di sala 1960î de Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan kuta dike.

Xebat di Radyoya Êrîvanê de

Fêrik piştî ku enstîtuyê xelas dike, di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê dike. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku Fêrik di jiyana xwe ya xebatê da rastgobû û tu carî qelbî û derewî nedipejirand, ew tûşî êrişan hat, rojekê ji ber vê yekê tîne hemû helbestên xwe yên çapbûyî û neçapbûyî li ber derê mala xwe dişewitîne û wiha dibêje; ‘‘Ji kê re dinivîsim’’. Fêrik pey dûrketina ji xebata xwe ya li Radyoya Êrîvanê ber xwe dikeve.

Xelatwergirtin bo wergera helbestê

Bi handana xezûrê xwe zimannas û zargotinnas Heciyê Cindî, di sala 1963an de, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova dibe û wergera xwe ya bo kurmancî xelata sêyemîniyê werdigre.

Berhemên wî

Pîrtûka wî ya pêşîn bî navê Çavkanî dî sala 1961î de tê çapkirin. Paşê di sala 1964an de pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê çap dibe. Di sala 1967an de, berhevoka helbestkar a sisiyan yê bi navê Lîrîka çap dibe. Sê sal piştî ku ew li gundê xwe de dest bi mamostetiyê bike ango dî sala 1971an de destana wî, Xewna Mîrmih, li Moskovayê, di nava pirtûka Hîkayet Der Heqê Bar Mûraz de, bi rûsî hatiye weşandin. Di sala 1974an de, bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973yan de hatiye weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977an de çap bûye. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatine weşandin.

Hinek helbestên Fêrîkê Ûsiv ji aliyê hunermendên kurd ve hatine bestekirin û weşandin. Wekî mînak helbesta wî ya bi navê Gozel ji aliyê Nizamettin Ariç û Erdewan Zaxoyî ve hatiye strandin. her wiha helbesta (dil ji min bir )ji aliyê Nizamettin Ariç ve hatiye strandin.


Wergerên wî

Fêrîk di navbera 1963 û de jî, Asedîk Îsahakyan, Lermontov, û Shakespeare behrem wergerandiye kurdî. Dîsa wî heta salên dawiya jiyana xwe her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yasenîn û Hovannes Tûmanyan behrem wergerandiye kurdî.

Weşandina hemû berhemên wî

Li Bakurê Kurdistanê, di sala 2011an de Weşanxaneya Lîsê di bin edîtoriya helbestvan û wergêr Kawa Nemir de hemû berhemên wî ji nû ve çap kirin. Li gor Kawa Nemir Fêrîk -li gel Şikoyê Hesen- baştirîn helbestvanê kurd e di qonaxa Yekîtiya Sovyetan de û herwiha yek ji baştirîn helbestvanan e, di dîroka me de, di nava hemû helbestkarên me de. Kawa Nemir derbareyê Fêrîk de wiha dibêje;

Li pey şopa Pûşkîn û Koça Dawî

Di helbestê de, du helbestvan hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl dikirin: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, Fêrîkê Ûsiv di sala 1987an de derdikeve gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris digere.

Di payîza 1996an de, Fêrîkê Ûsiv diçe dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku wê demê li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye ew çax. Digel pêdagiriya malbatê, diçe. Di 28ê nîsana 1997an de, vedigere Yêrêvanê, mala xwe a ku bi xwe çêkiribû. Lê nexweşiyê lê giran dikir, Fêrîkî di 1ê gulanê de rakirine nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, di 3yê gulana 1997an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Ermenistanê, li wî aliyê din ê Erezê, li ser axa Serheda xwe wefat kiriye.

Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hatiye spartin.

Berhem

  • Çevkanî, Yêrêvan, 1961
  • Gula Elegezê, Yêr., 1964
  • Lîrîka, Yêr. 1967
  • Ûsivê Nevya, destan,Yêr., 1973
  • Narê, Yêr., 1977
  • Hisretdevter, Yêr., berevoka "Bhara teze" da hij 3, 1984
  • Dinya delal, Yêr., berevoka " Bahar" da, hij, 6, 1987
  • Hîveron, Stockholm, 1993
  • Hisret, Yêr., 2004, paşe Erbîl, 2005
  • Destan, Yêr., 2005, paşê Êrbî1, 2006
  • Ber ava gurr, bi zimanê ermenkî, Yêr., 2004
  • Bera ber derya, berevoka wergera, Yêr. 2006
  • Kerdîga kilama, dupa helbestên çapnekirî, Yêr., 2007
  • Berevoka berhema, cilda 1, Yêr., 2008
  • Berevoka berhema, cilda 2-a, Yêr., 2008
  • Berevoka berhema, cilda 3-a, Yêr., 2009
  • Pampa min, berhemên bona zarokan, Yêr., 2009


Parveke:

Ahûra Mezda

 Ahûra Mezda, bi zimanê avestayî, tê wateya "rewana ji xwe re mezin e" yan Hurmuz, Uhrmezd an jî Hurmezd, "ê tê re xwe dike ango pir zana ye." Ev rengdêra herî mezin û pîroz a ji bo Xwedê ye. Kurdan di dema zerdeştiyê de jî bo Xwedê digotine Xwedê. Lê eger bipirsiyana Xwedê kê ye, digotin: Ahûra Mezda. Ango îcar bi rengdêrên pîroz bi nav dikirin.



Hurmuz

Kurd derbarê dînê xwe yê berê de ji kanên xelkê agahiyan werdigirin ku pirranî ne bêalî, zanîstî ne. Hin ronakbîrên kurd nivîsîne ku Hurmuz, Ahûra Mezda ango Xwedê ye. Li gorî pisporan ev ne rast e.

Hurmuz rewan û peywirdariya başî û xêrê ye. Mirov behsa Hurmuz bike, ji ber ku berê mirovên baş, Hurmuz berî bi Xwedê (Ahura Mazda) ne, mirov Xwedê tîna bîra xwe. Ji ber vê prînsîbê, carnan peyva Hurmuz di wateya Xwedê de hatiye bikaranîn. Lê di rastiyê de Hurmuz jî di bin ferman û parastina Xwedê de ye. Ji ber ku Ahura Mazda tevlî karên mirovan nabe, bêalî û birehm e, fitrata mirov azad kiriye daku riya xêrê bibînin, rola Hurmuz bilind dibe.

Di zerdeştiyê de mirov, xwedayî (bo mînak Hurmuz) û Xwedê ji heman tîrêjê ne, li ser heman kokê ne. Lewra Xwedê ji materyal û hebûnên bi wî ne biyanî ne, bi xwe afirandine mirov çêkiriye.

Li gora baweriya Zerdeştî, Ahûra Mezda xaliqê hemû gerdûnê ye û her du ruhên ku bi navê Ehrîman dihên navandin ji aliyê wî ve hatine çêkirin. Spenta Mainyu ruhê rastiyê, ronahî û heyatê temsîl dike. Angra Mainyu jî derewan, tarîtiyê û mirinê temsîl dike. Li gora kitêba pîroz ya dînê zerdeşt, Avestayê, şerê di navbera van herdu ruhan de tarîxa dinyayê pêk diîne.

Parveke:

Ehmedê Xanî

 Ehmedê Xanî (jdb. 1650 gundê Xanê, Colemêrg − m. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, astronom, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e.

Jînenîgarî

Ehmedê Xanî di sala 1650 yan jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.


Perwerdehiya wî

Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, astronomî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.

Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Arîstotelês, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikir û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye. Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Xanî bi taybetî, ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de tê xwendin.

Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farisî) dizanî bû. Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, astronomî û hwd. dihatin dayîn. Helbestvanê binavûdeng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî di sala 1707an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye.

Ramana Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî netewperwerekî kurd bû û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike. Îxtîlafên di nava kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber hindê ye ku wî di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan kiriye û li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di berhema xwe de çareseriyê wisa nîşan dike;
Kurmanc ne pir di bê kemal in
Ema yetîm û bê mecal in,
Fîl cumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xwedan in.

Karên wî


  • Ji bo zarokên kurdan perwerdehî bi zimanê kurdî bibînin, Medrese (Dibistan) ava kir.
  • Hîmê zimanê kurdî avêtê.
  • Herî pêşîn ferhenga kurdî nivîsand.
  • Herî pêşîn bi Zimanê kurdî li ser zanista astronomî û erdnîgariyê pirtûk nivîsand.
  • Ji bo yekîtîya kurdan xebitî.
  • Herî pêşîn (perçebûna) pirsgirêka kurd aniye ser ziman û li ser fikirî û çareseriya wî rave daye.
  • Hîmê Kurdperweriyê avêtê.

Berhem

Ehmedê Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk bi zimanê kurdî nivîsand, pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser astronomî û erdnîgariyê ye, yek li ser eşqa Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbihara biçûkan lê kiriye, yek li ser felsefeyê ye, yên din jî pirtûkên îslamîne. Lê tenê çend pirtûkên wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirî ne.

Parveke:

Hejar

 Ebdurehman Şerefkendî an jî Mamoste Hejar 

(jdb. 1920 li Mehabad, Rojhilata Kurdistanê - m. 22ê sibatê 1990 li Kerec, Îran), nivîskar û helbestvan û wergerekî kurd bû. Hejar Mem û Zîn û Şerefname û Quranê jî wergerandine zimanê kurdî.


Di zaroktiyê de wî dişînin perwerdeya olî. Di 17 saliya xwe de dawî dide vê perwerdeyê lewra bavê wî dimire. Sala 1940ê dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike.

Tevlî şoreşa Mahabadê û xebatên komarê dibe. Piştî hilweşîna Komara Mehabadê dibe penaber. 30 salan li welatên cuda dijî. Tevlî refên Mele Mistefa Barzanî jî dibe. Sala 1975ê vedigere Rojhilatê Kurdistanê.

Berhem

  • Alekok
  • Wergêra Mem û Zîn bi soranî
  • Wergera Şerefnameyê bo kurdî
  • Dîwana helbestan bo Kurdistan
  • Çarînekanî Xeyam
  • Henbane Borîne (Ferhenga Kurdî-Farisî)
  • Wergêra Qur'anê bi Kurdî
  • Wergêra pirtûka bijîşkî ya Ibn Sîna ji erebî bo farisî
  • Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
  • Sifra bê biraneve (Wergera One and Zeroes without end ji Elî Şerîatî)
  • Çêştî Micêvir (Xwejînenîgarî)
Parveke:

Kamiran Alî Bedirxan

 Kamiran Alî Bedirxan parêzger û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû.


Jînenîgarî

Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stembolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Beyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Beyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.

Kamiran Bedirxan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Zanîngeha Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.

Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêb nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tune bin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.

Kamiran Alî Bedirxan di salên 1940î de, dersên xwendina kurdî dida kurdên Libnanê li zanîngeha Layîk ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên kurdî yên radyoya Rohelatê li Bêrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte du caran bû, roja çarşemê û roja înê. Kamiran çend kitêbên xwe jî çap kiribû li çapxaneya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.

Kamiran Alî Bedirxan serek da Kurdistana Başûr sala 1970 û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbixwe xiste dilê giştiya guhdêran.

Kamiran Alî Bedirxan sala 1971ê serek da kurdên Beyrûta Libnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke kurdî ramyarî bi awayekî fermî pejirand, û destûra xebata ramiyarî da kurdên Libnanê.

Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeyê kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.

Jiyana polîtîk


Di salên 1991an de wekî malbatiyên xwe yên din ew jî endamê Civata Bilindkirina Kurdistanê bû. Di sala 1919an de Kamuran û birayê wî Celadet Bedirxan di geştên xwe yên li Iraqê de digel zabitê Brîtanî Edward Noel bûn. Edward Noel afirandina neteweyek fermî ya Kurdistanê dinirxand.

Bedirxan dijberê tevgera serxwebûnê ya Atatürk bû û di sala 1919an de ji aliyê dewleta Brîtanya ve li Stenbolê biryar hate dayîn ku beşdarî kongreya Sêwazê de û Mustafa Kemal Atatürk hevdîtin pêkbîne. Ew û gelek kes, birayê xwe, parêzgarê Xarpêtê û zabitê Brîtanî Edward Noel re ket rê lê hevdîtin pêk nehat.

Kamuran dijberê Kemalîzmê bû û dema ku Komara Tirkiyê di 1923an de hate ragihandin, wî berê xwe da welatê Almanya koçê wir bû. Çendekî bi xizmên xwe re li Munîhê dijî. Wî li Zanîngeha Ludwig Maximilians hiqûq xwend û piştî ku xwendina xwe li Zanîngeha Leipzigê dewamkir û li wir jî xelas kir. Di sala 1927an de ew li Sûriyê bicîh dibe û li Beyrûdê wekî parêzer kar dike. Beşdarî rêxistina Xoybûn dibe û di derxistina rojnameya kurdî Hawar de alîkariya birayê xwe dike. Di salên sihî de ew li Berlînê ma û bi Karl Hadank Îranî re hevdîtinek pêk anî. Di navberên salên 1942 û heta 1946an de li Radyoya Levant a Beyrûdê bernameyek radyoyê bi zimanê Kurdî pêk anî. Sala 1944 Kamuran beşdarî damezrandina pêşkeftina karsaziyan ya Tora Trava bû. Di navbera salên 1943 û 1946an de Kamuran Alî Bedirxan kovara bi zimanê Kurdî û Fransî bi nabê Roja Nû li Bêrûtê derxist. Salên paşîn ew li Almanya û Fransa dijî. Piştî ku Sûrî di 1946 de serbixwe bû, wî karê xwe di Radyoya Levant de winda kir û wî nikaribû rêyek bibîne ku di siyaseta herêmî de bibandor bibe. Ji ber vê yekê çû Parîsê li wir di sala 1948an de bû mamostayê Institut national des langues et civilisations orientales (INALCO) ê.

Di sala 1960an de ew bû berdevkê Ewropî yê Kurdên Iraqê ya serokatiya Mistefa Barzanî. Wî têkiliyên girîng di navbera Kurdan û Îsraêl de danî. Îsraêl ji bo lawazkirina militraqa leşkerî û girêdana arteşa inraq li bakurê Iraqê Kurdan wek navgînek hêz dît. Sala 1962an de li Berlîna Rojava Îhsan Nûrî Paşa nas kir.

Kamuran di sala 1978an çû ser dilovaniya Xwedê. Piştî koça dilovaniyê hate bû hevdamezrênerê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Berhemên wî niha li Enstîtuyê têne ragirtin.

Berhem


  • Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)
  • Der Adler von Kurdistan, Postdam, 1937
  • Xwendina Kurdî Kitêbxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938
  • Dersên Şerîetê Kitêbxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938
  • Elfaba Min, Çapxana Hawarê, Şam, 1938 (32 rûpel)
  • Langue kurde, Paris, 1953
  • La Queztion Kurde, Parîs, 1959
  • Le Kurde Saus Paine, Parîs, 1965 (172 rûpel)
  • Zimanê Kurd / Kürt Dili, Stembol (bi Şivan, S.)
  • Kolay Kürtçe - Kitêba rêzimanê, Weşanên Doz
  • Ji Tefsîra Quranê, Parîs, 1971
  • Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
  • Destpêka Xwendinê, Parîs, 1971 (165 rûpel)
  • Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer, 1977/1986
  • Tefsîra Quranê, Weşanxaneya Avesta, Stembol 2020
Parveke:

Omer Xeyam

 Omer Xeyam an Omerê (Emerê) Xeyam 

(bi farisî: عمر خیام ’Omar-e Khayyām), jdb. 18ê gulana 1048, li Nîşabûr, Parêzgeha Xorasanê - m. 4ê berfanbara 1123, helbestvan, fîlozof, matematîknas û stêrnasê navdar ê Îranê ye.

Xiyasedîn Ebûlfetih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîşapûrê, paytexta herêma Xorasanê li 1048an hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn.

Xeyam di dema xwe de fîlozofiyeke wêrek kiriye. Li dijî şovenîzma paşverûtiyê û Îslama ku berjewendperestiyê dike derketiye. Gelek pirtûkên stêrnasî, matematîk, fîlozofî û helbestvaniyê nivîsiye.

Navê wî di cîhana rojava de cihekê mezin digire. Di helbestên xwe de wekî sîmbola azadî, evînî û aştiyê şerab bikaraniye. Çarînên wî yên zîrek û têr evînî îro jî bêhempa ne.

Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û helbestvan bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîşeporê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nizam el-Mulk bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam di 1123an de wefat kir.


Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward Fitzgerald sala 1839an çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.

Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paşï li ser navê wî hatine vehûnandine. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn.

Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.

Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd. Weşanxaneya Nûbiharê bi wergera Sabah Kara bi navê Rubaiyat helbestên wî weşandîye.

Nivîskar Îkram Balekanî 240 çarînên Omerê Xeyam ji orijînala wan a parsî bi zimanekî sade û şirîn wergerandin ser zimanê farisî û ji aliyê Weşanên Evrenselê eve hatin tomarkirin. Pirtûk sala 2014an kete nava pirtûkên kurdî yên ku herî zêde hatin firotin.

Parveke:

Albert Einstein

 Albert Einstein (1879 - 1955), fîzîknasek cihû yê elmanî bû.



Pend

  • Armanca perwerdeyê divê fêrkirina kesan be daku bi xwe bixebitin û bipûnijin lê berztirîn mebesta jiyana wan xizmetkirina ji civakê be.
  • Xwedê li ser gerdûnê bi qumarê naleyize.
Parveke:

Arîstotelês

 Arîstotelês (bi yewnanî: Ἀριστοτέλης Aristotéles) (Z. 384 b.z. - m. 322 b.z.), fîlozofê Yewnana kevnare bû.



Gotin

  • Mirov heywanê siyasî ye.
  • Hema ku derfet û delîv hebe, pirraniya mirovan dê xerabiyê bikin.
  • Bi kirinê em fêrî kirinê dibin.
Parveke: