Baba Tahirê Uryan
Baba Tahir an Baba Tahirê Uryan
(jdb. 935 Hemedan - m.1010
Hemedan),
helbestvan û fîlozofê kurd ê lekî yê
sedsala 11an e.
Roja jidayikbûn
û mirina wî bi temamî ne kifş e, di çavkaniyan de gelek ji hev cuda dîrok nişan
didin.
Nasnavê wî
Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû
yê ku tê wateya Baba Tahirê Ta'zî yê ku cilan li xwe nake yan
jî cilên wî xweşik laşê wî nastrîne. Ev nasnav nişana derwêşbûna wî ye. Hindek
dibêjin wateya "Uryan=Xwas" lê ev ne raste. Ji ber ku di zimanê erebî
de wateya "Uryan =taziye" kesê bê cil yan kesên ku cilên wî laşê wî
ne bi awayekî geştî disitirîne. Û wateya wê bi erebî "Hafî, hefyan"
yê ku bê pêlav û nig taziye.
Evîndar ew e ku herdem bi bela be;
Mîna Eyûb bi kurman mubtela be;
Weku Hesen binoşe tasa jehrê
Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be.
Jiyana Baba Tahirê Uryan
Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me
û em bi ronakî nizanin ku bajarê wî yê ku tê de ji dayik bûye kîjane. (ango
Baba Tahir gelê kîja bajarê Kurdistanê bû).
Guman dibe derdorê 1100 salan berê niha hatibûye cîhanê.
Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya
herî dawî, ango warê wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba
Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e.
Şeva min ji şeva
yeldayê tarîtir e
Derdê dilê min ji yê alemê bêtir e
Hemû derd gihîştin dermanên xwe
Ji bo dilê min derman bê te`sîr e.
Belê niha jî emê qala Helbestvaniya wî bikin.
Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîn in û wek
stiranan dihatin bikaranîn. Îro rojhilatnas van helbestan girêdidin pehlewiyan.
Bedaxewe heta îroj helbestên wî yên bi kurdî wek helbestên
bi farisî, lûrî yan têkilek ji farisî, lûrî û kurdî hatine
naskirin. Belam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha
gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û
hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek
helbestvanê Faris jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî
bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.
Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê
rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozaneki kurd bû ku
heger dixwast bi farisî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir!
Ez im ew bazê
spî yê Hemedanî
Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî
Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya
Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî.
Her Wiha
Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeya Qonyeyê de
hindek parçe honrawe û çarîne bi
zimanekî kevnar peyda kiriye ku ew yên Baba Tahir in. Ev helbest bi giştî bi
zaravayekî kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye. Lê vî zarava bi rastî pirek e
di nav ziman û zaravayên kurdî û em dikarin bêjin ku hewramî, soranî û kirmanckî bi hevre girê didin dikin yek.
Niha jî ezê çarînên wî ji
were bixwînim.
Du keziyên te li ber ruwê te ne,
Gul û simbil li cem te bi hev re ne;
Dema tu keziyên xwe belav dikî,
Bi hemû mûyên wan dil bi dar de ne.
🙝🙟
Tu ku qamnazenîn û dilruba yî,
Tu ku bêyî kilê çav bi kila yî;
Tu ku xwedyê du keziyên siya yî
Çer dipirsî ku çima awara yî.
🙝🙟
Eger derdê min yek bûya çi dibû;
Ger xema min hindik bûya çi dibû;
Li kêleka min hebîb yan tebîbek,
Ji herduyan yek hebûya çi dibû.