Ey Şêrko, dengê te di çiya de vedaye,
Di dilê her kurdî de şopa te maye,
Helbestê te, stêrkên li asîmana ye.
Her û her ronî dikin, xaka Kurda ye.
#Cewher Yûsiv
Şêrko Bêkes: Ji Bo 8ê Adarê
baskê bazekî şikandin
asîman firrînek wenda kir
çavê xezalekê korr kirin
awirek ji kîsê deştê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû.
asîman firrînek wenda kir
çavê xezalekê korr kirin
awirek ji kîsê deştê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû.
Helbest: Şêrko Bêkes
Deng: #Cewher Yûsiv