- Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye.~ Sardanapalus (paşayê dawîn yê Asûryayê)
- Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.~ Alexis (300 bz)
- Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ku dê zû biqede.~ Erubin (450 bz)
- Ew dixwin, ew vedixwin, ew direqisin û distrin.~ Geoffrey Chaucer
- Nîne rengîntir zewq ji ramanê.~ Jorge Luis Borges
- Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin.~ Konfuçe
- Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.~ Epikuros
- Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî. ~ Epikuros
- Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e. ~ Jonathan Swift
- Ew keşîşên han ne dixwin daku bijîn lê dijîn daku bixwin. ~ ’’François Rabelais
- Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm. ~ Sokrates
- Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ku em bijîn tenê daku em bixwin.~ Se'diyê Şîrazî
- Cejn ji civatê çêdibe. ~ pendek inglîzan
- Zewq bi xwe tiştek baş e, tek tişta baş e. ~ Jeremy Bentham
- Bawer dikim ku dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. Lew min bo xwe kiriye pend ku her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne.~ Tobias Smollet
- Çend pirrtir lê biçe, hind pirrtir bizewq e. ~ Decimus Junius Juvénalis
- Ya te bihadartir standibe, dilnermtir jê hez dikî. ~ Guillaume De Lorris
- Dilbertirîn tişt bo me ew e ya ku li ser me bihagiran sekiniye. ~ Michel de Montaigne
- Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin. ~ Thomas Adams
- Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan.~ Thomas Paine
- Rojekê jî bê zewq neborîne!~ nenas
- Ji bilî zewqa wan, ti tişt ne xema kesekî ye.~ Publius Ovidius Naso
- Zewqa herî ewledar herî kêm tê nirxdan. ~ Publius Ovidius Naso
- Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin. ~ Publius Ovidius Naso
- Mirov herdem amade ne ji skandalan bawer bikin. ~ Publius Ovidius Naso
- Coşdartirîn zewq ya gîrokirî ye. ~ Publius Ovidius Naso
- Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî. ~ Benjamin Whichcote
- Zewq e em wan tiştan bikin yên ku xelk bawer nake ku em dikarin bikin. ~ Walter Bagehot
- Ger zewq bibe mijûliyek berdewam, ew êdî namîne zewq. ~ Thomas Chandler Haliburton
- Ger bikarî zewqê û mifayê bikî yek, hemû para te ye. ~ Quintus Horatius Flaccus
- Muzîk dermanek şirîn e bo derdan. ~ Quintus Horatius Flaccus
- Gîroyî ruxîner e bo wan yên ku bo tiştekî amade ne jî. ~ Marcus Annaeus Lucanus
- Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye. ~ Dante Alighieri
- Hêdîka bilezîne. ~ Caesar Augustus (Gaius Octavius)
- Yê lezok ne hişmend e. ~ pendek çîniyan
- Ji bahozê hez dikim û ji bayê hêwir ditirsim. ~ Qiralîçe Kristîna (1626 - 1689)
- Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin. ~ Qiralîçe Kristîna
- Hez û azwerî xwêya jiyanê ne. ~ Qiralîçe Kristîna
- Bilezettirîn tişt ew e ku zewqê bo xelkê peyda bikî. ~ Jean de La Bruyére
- Mirov lawirek xwarinçêker e. ~ James Boswell
- Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ku têr zewqê jê bistînin. ~ Kazuko Okakura
- Baştir biryar nîne ji wê ku dest ji lez û bezê berdî. ~ Henry David Thoreau
- Yezdan afirandin erd û esman lê ti basa lez û bezê nekir. ~ pendek fînlendiyan
- Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike. ~ Leo Baeck
- Mereqdarî bo mirovan gunehkariyek xwezayî û xweristî ye. ~ Michel de Montaigne
- Me ti zewq yan qencî nîne ku piçek xirabî têkilî nebûbe. ~ Michel de Montaigne
- Hesûdî mereqdariyê diafirîne. ~ Molière
- Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e. ~ Plutarkhos
- Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin. ~ Laotse (500 bz)
- Dijwarî çend xurt be, dijberî hind bihêztir dibe. ~ Jean de La Fontaine
- Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. Tenê yê bi serê xwe digerre azad e. ~ Aaro Hellaakoski
- Gunehê xwe çend kûrtir gihandibe, hind şirîntir e. ~ William Congreve
- Agir jî ji razan asantir e bo ku mirov di devê xwe de bigire. ~ Caius Petronius Arbiter
- Heza xwepesndana bi hindê ku razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ku ew raz bêt diyarkirin. ~ Samuel Johnson
- Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ku ti niyet nîne ku wan li nik xwe biparêzin. ~ Charles Caleb Colton
- Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e. ~ Musaios
- Tevî ku du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin. ~ pendek elmanan
- Muzîk tek zimanê hevpar yê hemû dinyayê ye. ~ Samuel Rogers
- Peyvên nerm, yên bêwate stranan diafirînin. ~ Edmund Waller
- Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin. ~ Platon (Efletûn)
- Muzîk evînek e ku li peyvên xwe digerre. ~ Sidney Lanier
- Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî. ~ Horacio Guarani
- Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin.~ Joseph Addison
- Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer ~ Honoré de Balzac
- Rîsk tamê didin jiyanê. ~ Alexander Smith
- Di talûkeyan de bijî! Xaniyê xwe li betena Vesuvius ava bike! ~ Friedrich Nietzsche
- Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de. ~ François Rabelais
- Zewqdartirîn tişt ew e ku basa wan belayan bêt kirin yên ku mirov jê filitiye. ~ Euripides
- Tenê canê azad bi ebedî xort dimîne! ~ Johann Paul Richter (Jean Paul)
- Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be. ~ Voltaire
- Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî. ~ Samuel Johnson
- Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr. ~ John Donne
- Tenê derya kûriya deryayê dinase ~ nenas (ji Nîti Sastras n. 1250)
- Li herderî derdorî min tenê av û esman e. ~ Publius Vergilius Maro
- Av, tenê av e li herderê. ~ Samuel Taylor Coleridge
- Derya siriştane hevpar e bo hemûyan. ~ Titus Maccius Plautus
- Derya bi hezaran awayan dikene. ~ Aiskhylos
- Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire. ~ John Keble
- Betalî şirîn e. ~ Decimus Junius Juvénalis
- Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm. ~ William Shakespeare
- Ma keştî ji bilî zindanê çi ye? ~ Robert Burton
- Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî. ~ Paul Valéry
- Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê. ~ John Fletcher
- Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne. ~ Homeros
- Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin. ~ John Gay
- Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan. ~ Pîrozname
- Piyaleyek meyê dikare tiştên seyr û sosret bike: dilî ji barê diltengker azad bike. ~ Quintus Horatius Flaccus
- Sê perdaq mey her kesî tînin ser rêya rast. ~ pendek çîniyan
- Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe. ~ George Pettie
- Pesna meya kevn bide. ~ Pindaros
- Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne. ~ Columbanus (600)
- Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e. ~ Thomas Jefferson
- Nîne evîn bêyî mey. ~ Euripides
- Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî. ~ Euripides
- Nîne şadî bêyî mey. ~ Pesachim (n. 450)
- Mey evînê dixe dilê te ger zêde venexwî. ~ Publius Ovidius Naso
- Mey jiyan e. ~ Caius Petronius Arbiter
- Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike. ~ Henry Fielding
- Mey pişta xwe dide mirov: pêşî dost e û paşî dijmin. ~ pendek ewropiyan
- Mey yekem çek e ku şeytan pê êrişî xortan dike. ~ Eusebius Hieronymus
- Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e. ~ Alkaios
- Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê. ~ Aleksis Kivi
- Bêdengî têkiliya dilê jixwehay e li gel xwe. ~ Henry David Thoreau
- Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye. ~ Henri Amiel
- Di tevliheviyê spehîtî nîne. ~ Fîlonê Skenderyayî (n. 10/15 bz - 50 pz)
- Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye. ~ Jonathan Swift
- Spehîtî ji rêkûpêkiyê diafire. ~ William King
- Tişta bikêr bedew e. ~ Platon (Efletûn)
- Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî. ~ Victor Hugo
- Spehîtî xwe li ser bingehên pêdivîtiyê digire. ~ Ralph Waldo Emerson
- Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e. ~ Khrysippos
- Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye! ~ Ben Jonson
- Bawer dikim ku başî tenê ew e ku spehîtî di jiyanê de tê bikaranîn. ~ Jean-Jacques Rousseau
- Axiftin ji hev dike, bêdengî li hev tîne. ~ Henry David Thoreau
- Bo ku yekî bêdeng bikî, pêşî bi xwe bêdeng be. ~ Mariano José de Larra
- Bêdengî şert e daku bikarî xwe bigihînî bilindtirîn hişmendiyê. ~ Ebdullah ibn Muqeffe
- Her tiştê gir û gewre di bêdengiyê de diafire. ~ Erik Gustaf Geijer
- Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye. ~ Thomas Carlyle
- Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin. ~ Keigemni (n. 2500 bz)
- Rewatiya hebûna spehîtiyê di wê bi xwe de ye. ~ Ralph Waldo Emerson
- Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî. ~ Oscar Wilde
- Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê. ~ Leo Tolstoy
- Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike. ~ August Stringberg