Roja Rojnamegeriya Kurdî, roja bîranîna derketina rojnameya pêşîn a kurdî ya bi navê Kurdistan e. Rojname di 22ê nîsana 1898an de ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve bo yekem car li paytexta Misirê Qahîreyê hatiye çapkirin. Bi helkefta vê hindê, di roja 22ê nîsanê de Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
Ev roj di dîroka gelê Kurd de gelek girînge, gelê me deyndarê Mîthad Bedirxan e.
Em di vê roja rojnamegeriya Kurdî de wî û rêhevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin.