Gotingeh


Bawerî û Dîn 


Bawerî ew rastî ye ya ku tê hêvîkirin, dîtina wî tiştî ye yê ku nayê dîtin.
Mizgîn (Incîl)



Bawerî bi ser nakeve li wî cihî yê hişê mirovan bikare delîlan pêşkêş bike.
Ewliya Gregory Nazianzen


Mirov azad ji wî tiştî bawe bike yê bivê.
Gaius Julius Caesar


Di dinyayê de du cûn mirov hene: yên ji tiştên nayên bawerkirin bawer dikin, û yên kiryarên neihtimal dikin.
Oscar Wilde


Ma bawerî çi ye ger ne bawerîkirina bi hindê be ya ku nayê dîtin.
Aurelius Augustinus


Pêşî têgihiştin, paşî bawerî.
Pierre Abélard


Bawerî ji rêya serekî varê dibe hê berî ku hiş dest bi gerra xwe bike.
William James


Rast e ku piçek felsefe mirovî berev ateîzmê ve dibe lê mijûlbûnek kûrtir bi felsefeyê re wî nêzî dînî dike.
Francis Bacon


Xwedê yek e, û ew ne ji dirûv û ne jî ji ramanên xwe ve şibî mirovan e.
Ksenofanes


Tam ew yek, ku nikarim misoger bikim ku Xwedê nîne, min piştrast dike ku Xwedê heye.
Jean de La Bruyère


Cihûtiyê karî du pêdivîtiyên dijberî hev di dilê mirovî de bike yek: Xwedayek dadperwer û dilovan, tirsnak û dilvîn.
Joseph Bonsirven


Pirr tişt hene nayên bawerkirin ji ber ku şiroveya wan ya vê gavê nayê bawerkirin.
Friedrich Nietzsche


Yê bêyî dîn dijî, bê kompas diseyire.
Sir Thomas Overbury


Bawerî enîşkek e ku em dikarin di bin barê giyanê xwe yê giran de xwe pal bidinê.
Sir Thomas Overbury


Bi alîkariya baweriyê nikarî gelek tiştan bikî, lê bêyî dînî nikarî ti bikî.
Samuel Butler


Bawerî biserketinê tîne û bi baweriyê dijî her tiştî bi ser dikevî.
Qur'an


Bi sond: ger we temetî tovê xerdelê jî bawerî heba, we dê bikariya ji vî çiyayî re bibêjin: "Ji vir bilive dera han", û ew dê biliviya. Ti tişt dê li ber we ne negengaz ba.
Mizgîn


Herî asan ew ji wî tiştî bawer dikin ya em jê ditirsin yan hêvî dikin.
Jean de La Fontaine


Dîn tilyak e bo gel.
Karl Marx


Hemî dîn çêkirokiyên mirovan in.
Napoleon Bonaparte


Ji koleyan re hin rêûresmên olî hatibûn lidarxistin: xemrevîniyek ya jiyana dinyayî nade wan.
Elbert Hubbard


Dixwiye ku pirrî car bawerî nebaweriyek e ya ku ji xwe aciz bûye û ji rêya xwe xirriyaye.
Aaro Hellaakoski

Bawerî diyariyek Yezdanî ye ku bi bertîl yan şkenceyan nikare ji ti kesî bêt standin.
Thomas Hobbes

Bawerî rêbera hemî qenciyan e: zik e, dayik e, sereguhdêr e, parêzvan e.
Asvaghosa Mahãyãna


Dîn babetek mezin e di dîroka xweperestî ya mirovatiyê de.
William James


Baweriya yekî li çavên yê dî tirredînî ye.
Sir Thomas Browne

Me têra nefretkirina li hev dîndarî heye lê qet têra hezkirina ji hev dîndarî nîne.
Jonathan Swift

Dilê min dêra min e.
Thomas Paine


Hemî rêkên berev Xwedê mîna hev baş in.
Mohandas Gandhi


Bi baweriya min, baştirîn taybetmendiya mirovê dîndar xwegorîkirina temam ya li rastiyê ye.
Albert Schweitzer


Baweriya min ew e ku nivîsên pîroz yên hindûyiyê li min ferz nakin ku her peyv û gotinê ya Xwedê bihesibînim.
Mahatma Gandhi


Tê nekoşe ku baweriya ti kesî bihejînî! Ger bikarî, tiştek baştir bide wî; ger bikarî, dest biavêjiyê û wî berev jortir def bide. Wa bike, lê lê winda neke wî tiştî ya ku wî heye!
Swami Vivekananda

Tu dê nejiyayî ger te bawer nekira. Her kes bawer dike.
Romain Rolland

Bawerî ne destpêka her zanînê ye, dawiya wê ye.
Johann Wolfgang von Goethe

Bivê-nevê pêdivî ye ji hebûna Yezdan piştrast bibî lê ne pêdivî ye delîlan bo pêşkêş bikî.
Immanuel Kant


Bêhişiya dogmên xrîstiyanî ateîstan diafirîne.
Voltaire

Ateîzm zêdetir li ser devê mirovan e, ne di dilê wan de.
Fransis Bacon

Bêhêvîtî tek ateîzma rastîn e.
Jean Paul

Pirrî car panteîzm tenê dirûvek rêzgir yê ateîzmê ye.
Arthur Schopenhauer

Em di vekolîna siriştê panteîst in, di hûnandina helbestan polîteîst in û di sincnasiyê de monoteîst in.
Johann Wolfgang von Goethe

Bawerî, ya ku sinoran li xwe datîne, ya ku tenê hin tiştan bawer dike û qet ne zêdetir û ya tenê evqas bawer dike û qet ne pitir, pûç û betal e.
Julius û Augustus Hare

Bawerî, ya ku li ser otorîteyan hatiye avakirin, ne ti bawerî ye.
Ralph Waldo Emerson

Perestin ji guhdarîkirinê asantir e.
Jean Paul

Ji yê bişik bawer bike û bişik be dema ji te re dibêjin bawer bike.
Ludwig Börne

Dibe pirtûkên pîroz rast bin lê ew ne tevaya rastiyê ne û ne jî bitenê rast in.
Samuel Butler

Mirov bi bawerkirina ji tiştekî dijî, ne bi gengeşe û şerrenîxê.
Thomas Carlyle

Kirin ji ramanê dûrtir mirovî dibe, bawerî ji zanînê dûrtir.
Jakob Bosshart

Ne qeşe lê îtîraf gunehên me dixefirîne.
Oscar Wilde

Ax, çend tişt duh babetên baweriyê bûn û niha çîrrok in.
Michel de Montaigne

Dinya niştimanê min e, hemî mirov birayên in û qencîkirin dînê min e.
Thomas Paine

Ger te dest ji baweriyekê berdabe, dîsan jî hemî baweriyan bernede. Herdem alternatîvek bo baweriya me jidestdayî heye. Yan jî belkî heman bawerî be lê kirasek nû li xwe kiribe.
Graham Greene

Ew kes, yên bê sebeb bawer dikin, nikarin bi sedemên hişî bên bawerandin.
James Anthony Froude

Mirov tenê wê tiştê baş dinase ya ku pêşî jê bawer kiriye û paşî rexne lê kiriye.
Henry David Amiel

Bawerî, baweriya bihêz; soz tenê wê dibîne / û tenê li wê dinere, / bi negengaziyan dikene / û desthilatiyê ji wê re dixwaze.
Charles Wesley

Bi kêmbûna hêzên afirîner re baweriya bi otorîteyan zêde dibe.
Friedrich Nietzsche

Hin mirov hene ku çi bixwazin dikarin jê bawer bikin. Bextiyar in ew mirov.
Georg Christoph Lichtenberg

Mirov dikarin bi qederek mezin ji zibil û gilêşî bawer bikin û dîsan jî bi hişmendî û kêfxweşî ji karûbarên xwe yên rojane sereder bibin.
Norman Douglas

Îro bawer nakim ji her tiştî ya min duh bawer dikir, û dipûnijim ka gelo dê sibê bawer bikim ji hemiyê ya îro bawer dikim.
Isaac Goldberg

Bawerî mîna evînê ye: bi kotekî nabe.
Arthur Schopenhauer

Her pergalek dînî bi borîna demê re xwe adapteyî giyanê mirovî dike.
Herbert George Wells

Divê dîn mirovî kêfxweş bike.
Jakob Bosshart

Xrîstiyanî peyda bû daku dilan sivik bike: lê niha divê pêşî wan giran bike daku paşî sivik bike.
Friedrich Nietzsche

Xwedê ne neçar e tehemila bêhişiyên qeşeyan bike.
Voltaire

Em bo dînî dijî dînan in.
Victor Hugo

Dîn mîna kirmikên zîqok in, pêdiviya wan bi tarîtiyê heye daku geş bixwiyin.
Arthur Schopenhauer


Evîn

  • - Hemêzkirina çi ye?

- Ew e ku du mirov dilên xwe bidin ber hev û bihêlin ew bi awayekî wisan bipeyivin ku ziman nikare pê biaxive.
Husein Muhammed

  • - Evîn dansê bi kerî tê kirin. Gotina Frensî
  • - Evîn li Frensayê komedî li Îngilîstanê trajedî li Îtalyayê opera û li Elmanyayê mêlodram e. Marguerite Blessington
  • - Evîn çîrokek kevin e herdem nû dibe. Heinrich Heine

Bi hev re û bi tenê


Dijwar e Parîsê bihêlim ji ber ku, ger wa bikim, dê neçar bibim dostên xwe bihêlim. Dijwar e gundî bihêlim ji ber ku, ger wa bikim, dê neçar bibim xwe bihêlim.
Joseph Joubert


Ca çendî şeyda ne dil: / dema em bi hev re jî / em bêriya hev dikin.
Fukayabu


Darên lal jî / li nêzî xwe hene / xwişk û bira. / Xemgîm im ku / neçar im bi tenê bim.
Ichihara Shinno


Mirovê tenê ji xwe hez bike, ji her tiştî zêdetir ji tenêtiyê ditirse.
Blaise Pascal


Heyv ava dibe rojava, / bayê payizê tê / û ez bi tenê me, / bi tenê me û bêriyê dikim, / westiyayî bi tenê bendewar im.
nenas (Japonya)


Tu li bal min? / Yan ez li bal te? / Nayê bîra min / di xewê de yan şiyar, / rastî yan xewn? De bêje.
nenas (Japonya)


Ne xirab e azad bî yan kole bî ger hema qenc bî.
Eurîpîdes


Qîmetê bide wê wekheviyê ya ku hevaltiyê xurt dike.
Euripides


Mirov hemî tiştî ji têkiliyên xwe yên li gel xelkê fêr dibe.
Euripides


Mirov heywanek civakî ye.
Lucius Annaeaus Seneca


Dijwarî wa dikin ku mirov xwe bikin yek.
Athenaios


Dewlet ne tenê ji lebx û libinan lê ji mal û mirovan pêk tê.
Marcus Tullius Cicero


Her dewlet ji malbatan pêk tê.
Aristoteles


Mirovê bi tenê hertim di civatek nebaş de ye.
Paul Valéry


Dewlet hevgiriya mirovan e lê dîsan jî mirov û dewlet ne tam eynî ne. Dibe dewlet hilweşe lê mirovatî her dimîne.
Montesquieu


Her tiştê te yê min e, û bêguman her tiştê min jî yê te ye.
Titus Maccius Plautus


Di navbera dostên dilsoz û pêbawer de her tişt hevbeş e.
William Hugh


Çi yê te be yê min e, û çi yê min be yê min e.
Jonathan Swift


Nakokî silhê şirîntir dike.
Publius Syrus


Wek çawan dermank tamek tîj didin goştî, wisan kul û derd jî tamê didin jiyana tena û rehet.
George Pettie


Dema li mal bim, hizrên min li dûr in; dema li dûr bim, hizrên min li mal in.
Titus Maccius Plautus


Mirov dikare hevseriyê (jiyana bi hev re ya jin û mêran) bişibîne rekehan: yên li derê dixwazin bikevin hindirr, yên li hindirr dixwazin derkevin.
Michel de Montaigne


Yên bi rêyên cuda dimeşin bi hev re planan danaînin.
Konfuçe


Hiş û axiftin mirovan bi civakê ve girê didin.
Marcus Tullius Cicero


Civakê mirov guherrandiye. Êdî ne dikare û ne jî diwêre bi tenê bijî.
William Blackstone


Mirov ji civakê li mifa û penayê digerre.
Francis Bacon


Civak bûye binirxtirîn malê mirovî. Hewayê pak baş e lê kes naxwaze bi tenê hilm bikiyê.
Benjamin Tucker


Hemî rêveberî, ya ku bêyî rezamendiya welatiyan tê kirin, dikare wek koletî bêt hesibandin.
Jonathan Swift


Heqî û rastî civakê diparêzin.
John Locke


Civak dermanek e dijî neheqiyê.
William Warburton


Civak ji zindanan ya herî teng e bo wan kesan yên dijî civakê ne.
Camî


Civak hevbendiya mirovan e, ne mirov bi tenê ye.
Montesquieu


Takekes dikarin civatan pêk bînin lê tenê dezgeh dikarin bibin dewlet.
Benjamin Disraeli


Nîşana rêveberiya lîberal ew e ku ew ne ti kesî diêşîne û ne jî ti kesî bêxwedî dihêle.
Laotse


Li gor demokratan heqî ew e ya ku pirraniya xelkê bawer dike ku baş e.
Arîstoteles


Her kes, yê ku divê pabendî qanûnan be, divê bikare bandorê li danîna wan jî bike.
Jean-Jacques Rousseau


Ti car bêhurmet basa civakê neke. Tenê kesên li derî wê hatine hêlan wa dikin.
Oscar Wilde


Em bo civakê ne. Em hatine afirandin bo pêşxistina bextiyariyê.
Samuel Butler


Dê bêt dîtin ku dewlet hejî takekesên xwe ye. John Stuart Mill


Rêbaza amerîkîtiyê demokrasî divê - bi gotinek dî: rêveberiya hemî xelkê, rêveberiya nûneriya hemî xelkê bike û bo hemî xelkê bipeyive.
Theodore Parker


Şerrê hemiyan dijî hemiyan.
Thomas Hobbes


Demokrasî rê dide her kesî ku neheqiyê li xwe bike.
James Russell Lowell


Theodore Parker got ku demokrasî nayê wateya "Ez hindî te baş im" lê "Tu hindî min baş î."
James Russell Lowell


Em dikarin bi serbilindî ragihînin ku ev neteweyê Yezdan diparêze dê ji nû ve azad biwelide, û ku ew rêveberî, ya ku ji gel e, ya ku ya gel e û bo gel e, ji dinyayê hinda nabe.
Abraham Lincoln


Hikûmet em in, em hikûmet in, ez û tu.
Theodore Roosevelt


Demokrasî bi kurtî tê wateya pelixandina gel bi destê gel bo gel.
Oscar Wilde


Xwezî bi dengdana gel neyêm mehkûmkirin!
ji nivîsek Kevne-Misrê


Deng divê bên pîvandin, ne hesibandin.
Friedrich von Schiller


Madem hemî çewt in, hemî dirist in.
Pierre-Claude N. de La Chaussée


Dewlet hin makîneyên mezin in yên ku hêdîka dilivin.
Francis Bacon


Her kes bi tenê tava rojê dibîne. / Her kes bi tena serê xwe mezin dibe û digihe xurtiya xortiya xwe. / Keyf û xweşiyên wî yên wî bi xwe ne. / Ew berev mirinê ve dimeşe - bi tenê.
Mahabharata


Bi tenê yî, mirov, di nav hemiyan de bi tenê, / bi tenê welidiyî, dê bi tenê biçî. / ... / Tek dilsoza te siya te bi xwe ye.
V. A. Koskenniemi


Dûriya ji mirovan tê wateya hilgirtina hemî barê rezîlî û riswayiyê.
Thomas Carlyle


Tarî ye xanîkê bêbav, sar e saunaya bêdê.
pendek fînlendî


Jîna bêyî ti dostek rastîn kembaxtirîn tenêtî ye.
Francis Bacon


Gel jibîrkirî, gelî jibîrkirî.
Quintus Horatius Flaccus


Dinya jibîrkirî, dinyayê jibîrkirî. Alexander Pope


Tenêtî ew biha ye, ku divê em bidin, ji ber ku em welidîne vê serdema nûjen. Bihayê vê dema tijî azadî, xweserî û jixwerazîtî.
Natsume Sóseki


Xwehezî hertim hevrêya tenêtiyê ye.
Efleton (Platon)


Tenêtî di me de ye.
Joseph Roux


Mirov ne bi tenê ye çiku her yek dinyayê wek mîkrokosmos bi xwe re digerrîne.
Sir Thomas Browne


Ma çima hest bi tenêtiyê bikim? Nê planeta me li Rêya Kadizan e.
Henry David Thoreau


Pêl nikare bi tenê bijî lew hertim pişkek e ji deryaya livdar. Wisan em jî nikarin bi tenê bijîn lew divê em beşdarî jiyana têrliv ya derdorî xwe bibin.
Albert Scweitzer


Di navoka min de kuncikek heye ku hertim lê bi tenê me. Û li wir nû dikim wan kaniyan yên qet qut nabin.
Pearl S. Buck


Ger tenêtî bo mirovên mezin kaniya îlhamê be, bo mirovên biçûk belayek mezin e.
Samuel Smiles


Xwezî min xanîkek li çolê heba! Min ê gelê xwe bihêlaya û ji mirovan birevîma!
Peymana Kevn


Ey tenêtiya pîroz, xweveşartingeha xwedayan, bijartiya aqilî, hesûdîpêbiriya hêzdaran.
Edward Young


Mîna ewran bi tenê dimeşîm.
William Wordsworth


Razber û jixwetêr, û bitenê mîna oysterê.
Charles Dickens


Bitenê mîna yekşemê.
Mark Twain


Bitenê mîna fenergeha deryayê.
Raymond Chandler


Bextiyartirîn şêweyê jiyanê tenêtiya bi xebatê dagirtî ye.
Voltaire


Bitenêbûn baştirîn qûtê berhemdariyê ye.
Johann Wolfgang von Goethe


Ramanên min hevrêyên min in.
Henry Wadsworth Longfellow


Min hê ti hevalên ji tenêtiyê çîrrxweştir nedîtine.
Henry David Thoreau


Bêkêmasîtirîn bextiyarî çi ye? Mana li mal e.
Bhartrihari


Tenêtî hingê herî kêm e dema bitenê me.
Scipio Africanus maior


Scipio digot ku ti car kêmtir hest bi tenêtiyê nedikir ji hingê ku bitenê bû çiku dema cihek bitenê ji xwe re didît, di dilê xwe de bi xwe re diket suhbetên kûr.
Stefano Guazzo


Nîne hunermend yê ku xefsa dudiliyê lê nebarîbe: dema jiyan bi tundî wî virve û wirve biavêje, ew bêriya tenahiyê (rehetiyê) dike. Lê dema digihe wê tenahiya bêrî kiriye, dîsan ji nû ve dest bi bêrîkirina jiyana têrliv ya berê dike.
Stefan Zweig


Tenêtî ramangêrriyê ko dike, qerebalix ramanan pelate dike.
Thomas Fuller


Suhbet wa dike ku em ji xelkê hez bikin, tenêtî wa dike ku em ji xwe hez bikin.
Thomas Fuller


Seredana tenêtiyê xweş e lê mana lê kembax e.
Josh Billings


Tenêtî ne ji ber hindê şkence ye ku ti kes nîne barê min harî min hilgire lê ji ber ku ti kes nîne ku barê wî jî hilgirim.
Dag Hammarskjöld


Tenêtî bendewariya li Yezdanî ye.
Walter Landor


Dema bi tenê bî, li kêmasiyên xwe bipûnije. Dema li nav civatê bî, basa kêmasiyên xelkê neke.
pendek çînî


Bextreş e ew yê nikare rojekê jî bi tenê be bêyî hest bi hesret û xerîbiyê bike û yê ku dikeve suhbeta bi tirredînan re li şûna suhbetê bi xwe re bike.
Xavier de Maistre


Berî avakirina tan û çeperan divê ji xwe bipirsî ka divê çi li hindirrî û çi jî li derî wan bihêlim û ka dê kê bi wan bixeyidînim.
Robert Frost


Tenêtî vedijîne, vederbûn vedimirîne.
Joseph Roux


Tenêtî bo giyanê mîna parêzê (diyet, dîet) bo bedenê ye: pêdivî ye lê ger dirêj vekişe, dê bikuje.
Luc de Vauvenargues


Ti kes dema spaghetti dixwe hest bi tenêtiyê nake: ev xwarin wa hewceyî baldarî û hişyariyê ye.
Christopher Morley


Hemî mirov bitenê ne. Lê hin mirovan wa pirr kes li derdorî xwe hene ku hay ji tenêtiya xwe nabin.
Bo Balderson


Xwegirêdana hestane bi kesekî ve bêguman dijwar e lê tenêtî bi temamî negengazî ye.
Stephen Sondheim


Jiyan dibe hilm / wek xunava spêdeyê. / Lê gerçi pîr jî dibim, / dîsan jî xort im, yar, / dema bendewarî te me.
nenas (Japonya)


Hesretê, yar, / kiriye hezar pirt / ev dil. / Lê pirtek tenê jî / pûç neçûye.
Izumi Shikibu


Wek niha ku sax im / dê di gorrê de jî / li benda te bim.
Iwa no Hime


Min ti dost ji tenêtiyê dosttir nedîtine.
Henry David Thoreau


Biserketin û têkçûn


Em hemî di nav herriyê re dimeşin lê berê hinan ji me li stêran e.
Oscar Wilde


Biserketin zarroya wêrekiyê ye.
Benjamin Disraeli


Mirov ne li çiyayan lê li beran dihilingivin.
pendek hindî


Rêya ber bi gupika çiya ve dûr û dirêj e. Lê dîsan jî hin kes tê dikoşin bilindtir daku bibînin dûrtir.
Nenas


Bêyî coşdariyê ti tişt peyda nebûye.
Ralph Waldo Emerson


Biserketin wan dehf dide. Ew dikarin ji ber ku ew bawer dikin ku dikarin.
Vergilius Maro


Dema ji tevaya dilê xwe dest bi xebatê bikî û herdem li gor rêbaza pozîtfiyê bixebitî, dê karên nayên bawerkirin bi dest bixî.
Norman Vincent Peale


Daxwaz bikin, dê ji we re bêt dan. Lê bigerrin, hûn ê bibînin. Li derî bidin, dê ji we re bêt vekirin.
Lûka 11:9


Ger cara yekem bi ser nekevî, dikarî dîsan û dîsan bicerribînî.
William Edward Hickson


Ger tê êdî şiyan nemabe bicerribînî, bala xwe bide tiştek din, bêna xwe veke, barê li ser pişta xwe dane. Tavilê dê dîsan îdeayên nû dest bi lehîkirinê bikin.
Norman Vincent Peale


Min divê, ango dikarim.
Novalis


Biserketin yê dîn jî hişmend dide xwiyakirin.
pendek navneteweyî


Biserketin tenê ew e ku mirov bikare jiyana xwe bike gor dilê xwe.
Christopher Morley


Navnirx raberî min hatine kirin lê bi baweriya min bi wan mirov dikeve nav civatek xirab.
George Bernard Shaw


Berî dest pê bikî, şîretên baş peyda bike, û dema te biryara xwe da, bêyî gîrokirinê bixebite.
Sallustius


Ger bixwazî bilind, ji nizm dest pê bike; ger bixwazî dûr, ji nêz dest pê bike.
pendek çînî


Coşek gurr, ya hiş û serhişkî destekê didinê, ew e ya herî zêde mirov pê bi ser dikeve.
Dale Carnegie


Tek awayê biserketinê xeyidandina xelkê ye. Ji hindê tu dê her li bîra wan bimînî.
Josef von Sternberg


Ji hemî awayên biserketinê yê lezgîntirîn û misogertirîn ew e ku bi xelkê bidî bawerkirin ku li gor berjewendiya wan e ku qenciyê li te bikin.
Jean La Bruyére


Niqte û piwan digihin wî yê kar û keyfê têkil dike.
Horatius


Di mijarê de xurt, di awayî de nerm.
Claudio Aquaviva


Ew, yên bawer dikin ku herdem û bi tenê rast in, pirrî car ew e yên digihin encaman.
Aldous Huxley


Têkçûn asan e. Biserketin e ya dijwar.
Henry Ford


Min ji gupikê dest pê kir û tê koşîm ta ku gihiştim binî.
Orson Welles


Yên dibêjin ku li gupikê teng e, ti car li binî nebûne.
Joe Harvey


Em hemî têk çûne - bi kêmî ji me yên bijare.
Sir James Mathew Barrie


Jiyan ecêb e. Ger ji bilî ya herî baş bi ti dî razî nebî, pirrî car dê ya baştirîn bikeve destê te.
W. Somerset Maugham


Hê ji zû fêr bûm ku ne hejî ye dema xwe pûç biborînî bi têkoşîna bawerandina hevkarên xwe ve.
Albert Einstein


Biryara te ya biserketinê baştirîn tişta biserketinê ye.
Abraham Lincoln


Di xeyalên xwe yên veşartî de ji xwe re bibêje ku tu bo biserketinê hatiyî afirandin.
Dale Carnegie


Li dinyayê ti tişt ne dijwar e; tenê dilê mirovan ne têr xurt e.
pendek çînî


Jiyan kurt e lê bela wê dirêj didin xwiyakirin.
Pubilius Syrus


Mêrên mezin ji belayan zewqê werdigirin û şerrvanên fêris di cengê de bi ser dikevin.
Lucius Annaeus Seneca


Ger dijwarî bên jî, ma çi feyde ye bibezî pêşiya wan.
Seneca


Dest ji belayan bernede lê wêrektir herre wî cihî yê feleka te rê dibiyê.
Vergilius


Biwêre rastî dijwariyan bêyî daku ew bêpayîn dijwar pênan li te bidin.
Key Stanislaus


Ti tişt ne pirr asan e lê her tişt tê dijwarkirin dema ji bêdilî bêt kirin.
Terentius


Wey li derdên mirovan, ax çend ji wan bêbingeh in.
Persius


Rondik zû ziwa dibe, bi taybetî ya ji ber belayên hatine serê xelkê.
Cicero


Dijwarî pirrî car hişî geş dikin.
Ovidius


Ti tişt bo mirbaran ne dijwar e.
Horatius


Ti tişt ne dijwartir e ji hindê ku ramanên watedar bi awayek wisan bên derbirin ku her kes tê bigihe.
Arthur Schopenhauer


Asteng nikarin min biperçiqînin. Biryardariya xurt her astengê dipelixîne. Yê berê xwe dabe stêran, nikare ji ya xwe dabêt.
Leonardo da Vinci


Li kêlîka bextreşiyê bipûnije: Duhî nebû û sibê êdî nîne.
Friedrich Hebbel


Di tiştên negengaz de bêhêvîtî kêm car lirê ye, di yên dijwar de qet ne ti car.
Johann Wolfgang von Goethe


Bawer im van demên dijwar alîkarî min kiriye ji berê baştir tê bigihim ka jiyan bi her awayî çend bêsinor delal û dewlemend e, û ku gelek tişt, yên mirov ji ber xeman dixwin, bi temamî bêwate ne.
Karen Blixen


Her yekî ji me têr taqet heye ku em xwe li ber belayên tên serê kesûkarên me bigirin.
François de La Rochefoucauld


Vegerrîna berdewam li tiştek nexweş cûnek dîniyê ye.
Baltasar Gracián


Mirov dê baş ji dijwariyên xwe yên siriştî sereder biban ger wan bi xwe hê bela bo xwe peyda nekiriban.
Ogden Nash


Dijwarî pirrî car amûr in ku Yezdan me pê bo hin tiştên baştir bikêr dike.
Henry Ward Beecher


Optîmîst ne ew e yê ku ti car neêşiye lê ew e yê ku bêhêvîtî jiyaye û zora wê biriye.
Aleksandr Skrjabin


Ger min bizaniya ku sibê dê dinya biruxe jî, min dê îro darsêvek biçanda.
Martin Luther


Bibe ramanwerek pozîtîf. Tişta çendî tarî bixwiyin, yan ta ger tarî bin jî, serê xwe rake û delîvên xwe bibîne - li benda te ne.
Axel Fredenholm


Dema spêdeyê radibî, te du alternatîf hene - yan bextiyar bî yan bextreş. Biryar bide ku bextiyar bî.
Norman Vincent Peale


Têkoşîna paşvenegerr hemî dijberiyan radike.
Vergilius


Li dinyayê têr ronahî heye bo wan yên naxwazin ti tişt dî bibînin, û têr tarîtî bo wan yên berevajî dixwazin.
Blaise Pascal


Ez fêr bûm baweriya pratîkê li tovê xerdelê û ramana ramangêrriya pozîtîf bicerribînim, û ecêbiyan dest bi peydabûnê kir.
William Hazlitt


Ta Xwedê jî li alî wêrekê rastgo ye.
Menandros


Nîne xemgîntir dîmen ji pesîmîstê ciwan, ji bilî optîmîstê pîr.
Mark Twain


Yê optîmîst radigihîne ku em li baştir dinyaya gengaz dijîn, û yê pesîmîst ditirse ku rast e.
James Branch Cabell


Optîmîzm û dilsojiya-bi-xwe navika pozîtîf û ya negatîf ya tirsokiya vî zemanî ne.
Cyril Connolly


Ji xanîkî dibe giremêrek derkeve.
Seneca


Tenê ew mirov, yê di her tiştî de kêmasiyê dibîne û bendewar e ku her tişt dê ber bi xirabiyê ve biçe, kesek hişzelal tê hesibandin.
John Kenneth Galbraith


Yê optîmîst dibe ronahiyê li nav tarîtiyê jî bibîne, lê çima divê yê pesîmîst hertim bibeze wê bitemirîne?
Michel de Saint-Pierre


Ez mezintir im ji her tiştî ya belkî li min biqewime. Hemî ev tişt, xem, bextreşî û jan, li derî xaniyê min in. Ez bi xwe tê ve me û kilîl li gel min e.
Charles P. Lummis


Tu dikarî ger bawer bikî. Van pênc peyvan kûr li haydariya xwe bikêle. Ew tikîtijî xurtî û rastî ne.
Norman Vincent Peale


Optîmîzm Baweriya Şorreşê ye.
Jacques Bainville


Her mirov, yê li vê dinyayê tiştek bi dest xistiye, wek şorreşgêrr dest pê kiriye.
Geroge Bernard Shaw


Şerta bêçare ya jiyanek biserketî ew e ku berdewam û dubare xwe coşdar bikî û li pey rêbaza pozîtîfiyê bimeşî.
Norman Vincent Peale


Bo baştirîn planên mirovî jî pêdivî bi coşdariyê heye.
Robert Burns


Bêyî coşdariyê ti tiştek gir peyda nebûye.
Ralph Waldo Emerson


Her bidestxistiya dahîtiyê ji alî coşdariyê ve hatiye bidestxistin.
Benjamin Disraeli


Dê çawan coşdar bimînî? Dîmenekê dirûv bide ji wê armancê, ya dixwazî bigihiyê, û dîmenekê jî ji wê armancê, ya tu êdî gihiştiyê, wisan dê daxwazên te bibin baskdar.
Norman Vincent Peale


Dahîtî ji sedê yek coşdarî ango inspîrasyon e û notûneh xuhdan ango perzpîrasyon e.
Thomas A. Edison


Dahîtî xebata dijwar e, destjêneberdan û aqilê selîm û sade ye.
Thomas A. Edison


Coşdarî jiyanê berz dike û wate û şiyanê didiyê. Sar bixebitî, dê biqerrisî. Tevî rîskan jî gurr û geş bixebitî, dê tênê bidî dinyaya dilsar jî.
Norman Vincent Peale


Li tiştan dinerî û dibêjî "Çima?" Lê ev tiştine neyî jî xeyal dikim û dibêjim "Ma çima na?"
George Bernard Shaw


Mirov tenê parek biçûk ji wan hêz û hinêran bi kar tînin ku wan hene û ku ew dikarin di rewşên pêdivî de bi kar bînin.
William James


Ne bes e ku stêrka xwe lê bigirî. Divê pê bikevî jî.
pendek îtalî


Ramangêrriya erênî kilîlê biserketinê ye di bazirganiyê, xwendekariyê û pêgoganêya pîşeyî de ango di her tiştî de. Dema dibezim sahê, diramim ku her pas dê ji min re bêt.
Ron Jarowski


Dê her fikrek baş bikeve serê te ger hema bipûnijî û xwe nebehecînî.
Norman Vincent Peale


Baştirîn awayê peydakirina fikran ew e ku bi zanebûnî nêçîra wan bikî.
Samuel Butler


Bila bi cerribandinek baldirêj, rastgoyiyê, disiplînê û xweragiriyê çêbike yê hişmend ji xwe re giravekî yê ti lehî nikarin binoqînin.
Dhammapada


Ti car radestî hêrsbûnê nebe. Dermanê baweriyê bide hemî suhbetan yê beşdar bî.
Norman Vincent Peale


Bawerî hoyek giring e di her planê de. Bêyî wê ti encamek biserketî nîne.
William Jones


Rojê herî kêm deh carî ji xwe re bide bawerkirin: Bendewarî ya herî baş im û bi alîkariya Yezdanî ez dê bigihim baştirînê.
Norman Vincent Peale


Baştirîn awayê biserketina dijî dijminan xweqenckirin e.
Salomo Ibn Gabirol


Divê em newestin bi qencîkirinê çiku rojekê em ê bigihin berhemê wê.
Mizgîn (Incîl)


Ger dijminê te birsî be, xwarinê bidiyê; ger tî be, vexwirakê bidiyê.
Mizgîn


Qenc be ji dostên xwe re daku dostaniya we xwe ragire, ji dijminên xwe re daku bibin dostên te.
Benjamin Franklin


Biserketîbûn ew e ku alîkar bî, haydar û avaker bî, tişt û mirovên pêrgî te bên piçekê baştir bikî. Baştirîn tişta bikarî bidî tu bi xwe yî.
Norman Vincent Peale


Her roj ji xwe re bibêje: Ti car ne bitenê me. Dizanim karên xwe bi cih bînim. Bi alîkariya Xwedê dikarin bi ser bikevim. Bi erênî dipûnijim û bawer dikim.
John Glossinger


Dema bi rêya jiyanê ve dimeşî, xwe mijûlî hesaba kêmandinê neke. Li şûna hindê, şiyan û hinêr û delîvên xwe bikomîne. Dê wisan rehet, çîrrxweş û biserketî bibî.
Norman Vincent Peale


Bi xewn û xeyalan bawer bin çiku deriyê herheriyê di wan de veşartî ye.
Xelîl Cibran


Zanist belkî sinoran bide zanînê, lê divê tixûb li aşop û xeyalan neyên danîn.
Bertrand Russell


Xeyalgêrrî pirrtir rastiyê dibîne ji hindê ya ku veşartî ye ku ji hindê ya diyar e.
Gaston Bachelard


Xeyal divê bi hesûdî daqurtînin daku raman têr bibin. Vîn (îrade) divê pirr xeyalan bike daku têr bi dest bixe.
Gaston Bachelard


Ger bi dînamîkî û afirînendeyî motîv bikî, kê bixwazî, dikarî xebatek bibandor pê bidî kirin.
Norman Vincent Peale


Pirraniya me hewceyî kesekî ne ku wan tiştan pê bide kirin yên em dizanin.
Ralph Waldo Emerson


Mirov bi biserkeftinê hatine afirandin - ne bo têkçûnê.
Thoreau


Ger xwe têkçûyî bihesibînî, bêguman dê têk biçî. Lê ger di rewşên rojane de jî coşdar bî, hêzên bêsinor yên coşdariyê dê demildest ecêbiyan bo te bikin.
Norman Vincent Peale


Çar miljon hêcet bo têkçûnê hene lê tek berrevaniyek rastîn bo nîne.
Rudyard Kipling


Ti kesê ku ji jiyana xwe zewqê werdigire têk neçûye.
William Feather


Ew baweriya giştî, ku biserketin mirovan diherrimîne û wan dike bêwec, xweperest û xwehez, ne rast e. Berevaj: biserketin bi pirranî mirovan dike nefsbiçûk, tolerant û xweşmirov. Têkçûn mirovan dike tal û zal.
W. Somerset Maugham


Ti car basa têkçûnê neke. Peyvên wiha bi kar bîne: bawerî, hêvî, dilsozî û biserketin.
Norman Vincent Peale


Ti îdea nînin yên ku gelek kes lê neramîbin. Lê li şûna wê raman, ya ku ti qet nehatiye bîra ti kesî, kêm car bi ser dikeve.
Jan Carlzon


Biserketin rê ye - ne armanc e.
Ben Sweetland


Biserketin herdem berdemî ye; biserketin tenê têkçûnek gîrobûyî ye.
Graham Greene


Ew, yên ku cerribandinê digihînin gupika wê, ne îlle gupikjîr in lê ew bi ser dikevin ji ber ku bûne rikeberên nehej û netêkçû.
Norman Vincent Peale


Esehîtirîn awayê xweparastina ji kerrixînê xwe gorîkirina dozekê ye ku bi xurtî jê bawer bikî.
Norman Vincent Peale


Biserketin ne aîdî ti nepenîtiyan e. Ma te ti car kesek biserketî dîtiye ku hemî çîrroka xwe ji te re negotibe?
Frank McKinney Hubbard


Çend pirrtir biwêrî, dê hind zêdetir hêz û hinêrê di xwe de bibînî daku bigihî gupikê û xwe li wir ragirî.
Norman Vincent Peale


Yê biserketî belkî gelek car hatibe lierdêdan jî lê ew nemaye guh bide hejmartina têkçûnên xwe.
H. E. Jansen


Encam kirinan baş dike.
Ovidius


Carinan têt bihîstin ku mirov dibêjin: dawî baş be, hemû baş e. Lê ne wisan e. Dawiya baş nikare destpêka xerab baş bike. Roja xwe baş bi kar bîne. Berev pêş binere.
Axel Fredenholm


Hertim bila ev li bîra te be: biryara te ya biserketinê baştirîn tiştê biserketinê ye.
Abraham Lincoln


Bawerî di her plan û nexşeyê de hoyek giring e. Bêyî baweriyê ti encamên biserketî peyda nabin.
William James


Ya bi rastî bawer bikî, dê bibe; û baweriya bi tiştekî wî tiştî dide kirin.
Frank Lloyd Wright


Coşdariya gurr, ya ku hiş û serhişkî destekê didinê, ew e ya ku mirov pê pirrî car bi ser dikeve.
Dale Carnegie


Bazirganiya bêyî reklamandinê mîna çavkanêya (flirt) li di nav tariyê ye. Bi xwe dizanî çi dikî lê ti kes dî nizane.
Stuart H. Britt


Kêm ji kesên di jiyana xwe de digihin encamek baş jîrên gupikî ne. Lê wan taybetmendiyek gupikî heye; dibêjin: ez dê dîsan bicerribînim, dest jê bernadim, ez dê xweragir bimînim, bênavbirr bidomînim, ber bi pêşve bikoşim.
Norman Vincent Peale


Bo ku karên gir û gewre bikî, divê wa bijî mîna ku qet ne neçar bî carekê bimirî.
Vauvenargues


Ferheng tek cih e ku lê biserketin ji berî kar tê.
Arthur Brisbane


Bo bibe werzişvanek navincî ne hewceyî hemî xwedanê ye. Lê bo ku bigihe gupikê neçar e hemiya xwe bide - tam hemiyê.
P. Kahanamoku


Tenê rêyek ber bi biserketinê heye: bikarî bi şert û mercên xwe bijiyî.
Christopher Morley


Çar pêngav bo biserketinê: bi sexbêrî plan bike, bi lava amade bibe, bi erênî pêş bikeve û bi xurtî xwe rakişîniyê.
William A. Ward


Ti car ti kesî negot ku ez nikarimê.
Jack Dempsey


Hertim ji xwe dipirsim: ev çawan dikare hê baştir bêt kirin.
G. C. Lichtenberg


Raza mezin ya jiyanek biserketî guhastina raman e ji xirabiyê bi qenciyê, ji derewan bi rastiyê.
Norman Vincent Peale


Xwedê têr hiş û hêzê dide me bo kirina her tiştî yê ku ew dixwaze em bikin.
John Ruskin


Ji xwe re armancekê dirûv bike - ne armancek şêlî, nezelal, lê yeke baş-diyarkirî û kitekitî. Lava bo bike. Wê bigire ta ku wêneyê wê danoqe binbîra te. Paşî xeyal bike, birame, bi her awayî xurt bo armanca xwe bikoşe.
Norman Vincent Peale


Raza biserketinê ew e ku amade bî dest biavêjiyê dema delîve bêt.
Benjamin Disraeli


Carinan peyva "xeyalgêrr" bi galteyî û tirraneyî têt bikaranîn. Dibe yê bi vê peyvê têt navandin xwe neheqîlêkirî jî bihesibîne. Lê ew peyv ne bi wê wateyê ye. Xewngêrr pêşrew in, rênîşander in, peydaker in. Hemû karên mezin yên dîroka dinyayê serekaniyên xwe ji xewn û xeyalan girtine. Em dikarin bi heq bibêjin ku hemû şaristaniya me xeyalek bicîhatî ye. Xeyala yê deryavan welatên pişt deryayê ne, xeyala yê kole azadî ye û xeyala yê destkar makîne ne.

Demekê dihat gotin ku ew hoste, yên berhemên wan niha bi milyonan tên kirrîn, xeyalgêrrên bêkêr in. Helbestvan û ramanwer, mezintirîn qencîkerên mirovatiyê, dihatin biçûkdîtin û wek xeyalgêrr dihatin navandin. Belê, niha jî wek xeyalgêrr tên binavkirin.

Bijîn xeyalgêrr! Yê xewn û xeyal nebin mirî ye.
Axel Fredenholm


Di xeyalên xwe yên nepenî de ji xwe re bibêje ku tu hatiyî afirandin daku bi ser bikevî.
Andrew Carnegie


Dost û dijmin


Bela dost û dostikan li bêjingê dikin. Tenê yên bijare dimînin.
Arlene Francis


Li pêş min nemeşe; belkî li dû te neyêm. Li pey min nemeşe; belkî nikarim rêberiya te bikim. Li gel min bimeşe û bi min re dost be.
nenas


Ti tişt nikare xwe bide navbera du dostên rast.
Eurîpîdes


Dost ew e yê kêmasiyên dostên xwe tehemil dike.
William Shakespeare


Dostanî jî hindî pêdiviyên me yên bingehîn avê û agirî giring e.
Marcus Tullius Cicero


Ti car ne bi tenê me dema dizanim ku tu li derekê yî - ca dûr bî yan nêz.
Marion C. Garretty


Ti rê ne dirêj e ger bi dostan re bî.
pendek japonî


Dostanî xweşiyan xurt dike û xeman sivik dike bi ducarîkirina keyfan û parvekirina derdan in.
Joseph Addison


Em hem li ber tavê û hem jî li ber siyê dost bûne.
Caroline Norton


Dost ew koma mirovan in yên em dikarin pê re mirov bin.
George Santayana


Heval stirana dilê min dibîze û wê ji min re distire dema nayê bîra min bi xwe.
Nenas


Ya herî baş ew e ku mirov bi kesek wisan re bikene yê ku heman tişt herduyan dikenîne.
Gloria van der Bilt


Bila dostanî jî mîna meyê bigihe. Û bila mey û dostanî her kevnar bin û xem taze.
pendek kevnar


Erkê rastîn dostî ew e ku bi te re be dema şaş bî. Jixwe dema rast bî hema her kes li gel te ye.
Mark Twain


Baştirîn dost - serekaniya dilxweşiya min li ziwastanê.
George Eliot (Mary Ann Evans)


Ti kes li vê dinyayê nagihe pîvana xwe ya temam ger bi kêmî kesek nebe wî fam bike.
Paul Tournier


Dostê xwe yê rast bi herdu destan bigire.
pendek norwecî


Dost mîna kelehek xurt û nehej in dijî belayên jiyanê.
Sydney Smith


Bi dostan re mirov dikare bê gotin jî suhbetê bike. Ya giring ne axivîn lê azadiya neaxivînê ye.
Margaret Lee Runbeck


Bihadartirîn diyariya hişmendiyê dostanî ye.
Epîkuros


Li gel dostan rêya dirêj jî kurt dixwiye.
pendek rusî


Dostên rast bi hev re li cudahiyan digerrin.
Abell Bonnard


Dostanî tek ben e ku dinyayê bi hev ve girê dide.
Woodrow Wilson


Di navbera dostan de ti tişt ne bidawî ye.
William Bryan


Li rojên halxweşiyê dost me dinasin, li rojên tengasiyê em dostan.
J. M. Barrie


Dostên min bi hezaran awayan sinordariyên min bo min kirine mafdarî û alîkariyî min kiriye ku bi rehetî li ber siyên xwe bimeşim.
Helen Keller


Dema pêrgî kesekî tê, bi cilan wî dinirxînî, lê dema jê vediqetî, bi dilî.
pendek rusî


Baştirîn têkiliyên dostanî xwe li ber dewsên dem û dewranan digirin.
Joseph Barry


Bi yê dost re dikarim resen bim, dikarin bi deng bipûnijim.
Ralph Waldo Emerson


Zimanê dostan ne tenê peyvên pûç in.
Henry David Thoreau


Em hemî nestêle ne hindî ji me bêt hezkirin, û ti kes ne bêkêr e ger dostek hebe.
Robert Louis Stevenson


Dost ne tenê di harmoniyê lê di melodiyê de jî dijîn.
Henry David Thoreau


Her dostek dinyaya xwe ye - dinyayek ku belkî berî hatina wî her nebû. Dîtina wî dinyayek nû diafirîne.
Anaïs Nin


Carine hevrê ji gihiştina binecihê giringtir e.
Frank Moore Colby


Dost dinyaya te ne - ca li kû bî jî.
William James


Dostên baş ji maliyetê giringtir in.
Pam Brown


Di dosta xwe de xwe-yek nû dibînim.
Isabel Norton


Yê dost di lehiya axivîna te digihe û dizane bersiva ya giring bide.
William Dean Howells


Dîtina dostek baş mîna hatina mal biewle ye.
Arnold R. Beisser


Daristan wek gazî tê kirinê bersivê dide.
pendek fînlendî


Dostanî pirrcarî dike xweşiya jiyanê û nîvî dike xirabiya wê. Ew tek derman e dijî bextreşiyê.
Baltasar Gracian


Dostanî çi ye? Giyanek hevpar e di du bedenan de.
Aristoteles


Ken û hezkirina hevalan serî ji westînê distînin.
Hilaire Belloc


Divê dost jixwe-heyî yan bi tirraneyî neyên hesibandin çimkî ew bo jîndarmana me temetî xewê, xwarinê û bêndanê giring in.
Adelaide Bry


Dema dostanî rehan dide, ew mîna darekê ye ya ku bahoz nikare bêxe.
nenas


Em nehatine şandin vê dinyayê daku çavdêr bin lê daku em arî hev bikin.
Peter de Vries


Dema dost daxwaza alîkariyê dikin, nabe em li benda sibê bimînin.
George Herbert


Bawer im ku dê di dilî de bim tevî ku ne li ber çavan im jî. Dostaniya rast xwe li ber dûrî û bêpêjniyê jî digire.
Roberta Israeloff


Heval û hogir, dildar û dilber nirxê me yê resen dibînin.
Henry Alonzo Myers


Dost herî baş tê digihin ka jiyan bo me tê çi wateyê, li rojên xweş û yên xirab pabendî me ne. Wan xezeba tenêtiyê şkandiye.
Henry Alonzo Myers


Dost ew e yê tê dema hemî yên din revîne.
Alban Goodier


Ti rê bi dostan re ne dûr e.
Leo Tolstoy


Xem bi xwe têra xwe heye, lê xweşî bêyî dostan nabe.
Mark Twain


Baştirîn tiştê dikarim bo dostê xwe bikim ew e ku dostê wî bim.
Henry David Thoreau


Dema bêdengiya di navbera du mirovan de li xweşiya wan bêt, dostanî dest pê dike.
Dave Tyson Gentry


Armanca jiyanê ew e ku em jiyana hev asan bikin.
George Eliot (Mary Ann Evans)


Dostanî mîna felsefeyê û hunerê "bêkêr" e... Ew ne şertê saxmanê ye, pirrtir sedemê hindê ye ku mirov sax bimîne.
C. S. Lewis


Çivîkan hêlîn, tevnpîrkan tevn, mirovan dostanî.
William Blake


Wa dixwiye ku bextiyarî bo parvekirinê hatiye çêkirin.
Jean Racine


Dostanî meya jiyanê ye.
Edward Young


Dostaniya bêdaxwaz yek ji delaltirîn û kêmpeydatirîn aliyên jiyanê ye.
James Byrnes


Dostanî fêkiyek e ku hêdîka digihe.
Arîstoteles


Dostanî darek sîberdar e.
Samuel Taylor Coleridge


Yê dost ji te hez dike tevî ku her tiştê te dizane.
Elbert Hubbard


Dostanî, xemrevînek germ... bişirek di nav awirên tarî de, ronahî li tarîtiyê - aramî, ewlehî, keyf.
Percy Bysshe Shelley


Dikarî bêyî mirovan bî lê hewceyî dostekî yî.
pendek çînî


Hevkarî bi du tîpan tê nivîsîn: em.
G. M. Verity


Ax çendî qenc in dostên dêrîn, mirov dikare bi wan re aqilsivik be jî.
Ralph Waldo Emerson


Min herdem di dostaniyê de nirx daye hindê ku ne hewce bûye ti tişt bêt şirovekirin.
Katherine Mansfield


Dema dost li dûr be, em zelal dibînim ka çi yê wî ji me re bihadar e.
Xelîl Cibran


Dostê min çawan bim wisan ji min hez dike.
Henry David Thoreau


Tarîtî li dûr dimîne ger hema dostek jî yê baş hebe.
Pam Brown


Xema parvekirî xema nîvîkirî ye.
Dorothy Sayers


Dostên dilsoz dilê te germ û nerm dikin.
Adelaide Bry


Yê bizane bersiva dostaniyê bide, bihadartirîn dost e.
Sofokles


Dema dildarê te li dinyayê be û sax û saxlem be, bêrîkirin jî biharatek çêjdar e bo jiyana te.
Winifred Holtby


Dostanî çi ye? Da bo te bêjim: bi yê dost re diwêrî xwe bi xwe bî.
Frank Crane


Dostên dêrîn baştirîn dost in. Paşa herdem li pêlava xwe yên kevn dipirsî: xweştir li piyê wî dihat.
John Seldon


Ji ber ku tu sereguhiya min dikî û ez ya te... Me hev heye, û ti tiştek din ne xem e.
John Steinbeck


Noşî can be, dostê dêrîn. Hêvî dikim tu hezar salî bijî, û ez jiyana te binivîsim.
Robert Smith Surtees


Dostaniya bê ti sedeman peyda dibe tek dostaniya bihadar e.
Arthur Van Schendel


Dostanî afirandiyek e ku herdem ji xwe re li hogirekî digerre.
Plutarkhos


Dostanî hesîna bi wekheviyê ye.
Platon (Efleton)


Edetên hevpar xurttirîn benda dostaniyê ne.
Gaius Plinius Caesar Secundus


Di navbera du dostan de du peyv bes in.
pendek frensî


Dost ew mirov e yê dikarim jê re rastgo bim.
Ralph Waldo Emerson


Nikarî min di heman demê de ji xwe re bikî dost û nazdarker.
William Penn


Gazinan li dostê xwe bike ger ew şaş be lê wî nehêle.
Columbanus


Baştir e ew dost yê rexneya wî te baş dike ji wî yê serê te bi methan melhem dike.
Aurelius Augustinus


Herî zêde bi asanî em li wan şaşiyên dostên xwe diborin yên ti têkilî bi me bi xwe re nîne.
François de La Rochefoucauld


Şarezayî sirişt û rewiştên dostên xwe be lê ne rabe wan nefret bike.
Quintus Horatius Flaccus


Evîn çi ye? Du giyan in di bedenekê de bûne yek. Pa dostanî? Du beden in lê giyanek.
Joseph Roux


Bêyî dost tu mîna destê çepê yî bêyî destê rastê.
Salomo Ibn Gabirol


Dostanî evîn e bê çeng.
Lord George Gordon Byron


Dostanî giyanê giyanan e.
Lope Félix de Vega y Carpio


Ti kes ne amade ye bê dost bijî tevî ku ti tiştek din jê ne kêm ba jî.
Arîstoteles


Tenê Xwedê baştir e ji wî dostî yê ku bi rastî dost e.
Titus Maccius Plautus


Dostaniya qut bibe ti car dest bi hebûnê nekiriye jî.
Publilius Syris


Nirx bide dostaniya dirêj didome mîna meyê ya bi kevnbûnê xweştir dibe.
George Pettie


Dostaniya rast hêdîka şên dibe û bi ser nakeve ger reh nede wê ya ku ji herduyan re bihadar e.
Lord Chesterfield


Hevaltî tiştek pirr baş e. hevaltî wisan diyar dibe ku ger pevçûnek çêbibe û çar kes dijî yekî bin, yê heval dê bêt alîkariya yê bi tenê.
parçeyek ji nivîsarek dibistaniyek 11-salî


Dost herdem hez dike û bira di tengasiyê de peyda dibe.
Mizgîn (Incîl)


Bê dostaniyê jiyan ne ti ye.
Marcus Tullius Cicero


Ne xweş e mirovî ti tişt hebe ger dostek nebe pê re parve bike.
Lucius Annæus Seneca


Dostaniya rastîn herherî ye.
Cicero


Ti kesî dostê xwe nehesibîne ta ku wek dost diyar nebe.
Publilius Syrus


Baştirîn awayê peydakirina dostaniyê nîşandana dostaniyê ye.
Baltasar Gracián


Piçek dostanî heye lê dost na.
Thomas Fuller


Dostên xwe hêdîka bibijêre; hê jî hêdîkatir dest ji wan berde.
Benjamin Franklin


Ji bîr neke ku alîkariyê bide nenasan jî: dostaniya bidestxistî ji paşatiyê jî bihadartir e.
Cato


Evîna bêsinor ji dostaniya bêkêmasî zêdetir peyda dibe.
Jean de La Bruyère


Bawer im ku seksuelîtî bingeha hemî dostaniyê ye.
Jean Cocteau


Gengaziya hezkirina ji yê xayin jixwe di biratiyê de ye û hema bêje şertê wê biratiyê ye.
Jean-Paul Sartre


Ma gotinek ji vê zêdetir mirovatiyê diherrimîne: di mijara pare dde dostanî bi dawî tê!
Jakob Bosshart


Dostanî tîrêjên biserkeftinê rontir dike û barê belayan siviktir dike.
Cicero


Divê em hemberî dostên xwe wisan bin wek ku em hêvî dikin ku dostên me hemberî me bin.
Arîstoteles


Bizanin ku yê dostê xwe dostê xelkê ye jî.
Lucius Annæus Seneca


Nan û meya xwe bi baştirîn dostê xwe re parve bike.
pendek spanî


Ger mirov bi tenê biêşe, dilê dostê xwe dihêle.
Jean de Rotrou


Ti çol ne hindî jiyana bêdost dijwar e.
Baltasar Gracián


Wey ew enerjî ya ku di navbera du mirovan de diherrike.
Alex Noble


Dostanî bi hindê bi dawî nayê ku tu ji ya xwe danayê û ez ji ya xwe.
pendek efrîqî


Li dinyayê pirr kêm dostanî heye, û herî kêm ew di navbera kesên hevnirx de heye.
Francis Bacon


Bo dostên rast her tişt hevpar e.
Eurîpîdes


Bo dostaniyê xurttir nînin ti bend ji planên hevpar û daxwazên hevbeş.
Cicero


Dostanî kamiltirîn şiklê têkiliyan e.
Michel de Montaigne


Dostaniyê pêdivî bi berdewam lêborîna gunehan heye.
William Blake


Dost ne tenê di belayan de pêdivî ne çimkî mirovê bextiyar hewceyî dostan e daku bextê xwe bi wan re parve bike.
Bertrand Russell


Hemî rûmeta vê dinyayê ne beramberî dostekî ye.
Voltaire


Çêj û tama meyê û dostaniyê xweş dibe dema ew pîr dibin.
Frans Mikael Franzén


Oy, çendî xweş e destê dostê dêrîn!
Henry Wadsworth Longfellow


Tenê di gihiştîbûna hiş û temenî de dostanî dikare bibe xweragir.
Cicero


Bextiyar e ew xanî yê di bin banî ve dostek dijî.
Ralph Waldo Emerson


Dostê te dost hene û dostên dostên te jî dost - lewre hişyar be.
Telmûd


Dost carine bi wateya xwe ve vale ye, dijmin qet na.
Victor Hugo


Dost ew e yê herdem pê dihese dema pêdivî pê hebe.
Jules Renard


Xwedê ne armanc bû em hemî zengîn yan mezin yan navdar bin lê Wî viya em hemî bi hev re heval bin.
Ralph Waldo Emerson


Jin û mêr


Amerîka welatek azad e ku her mêrî maf heye wî tiştî bike yê ku jina wî dixwaze.
Ernest Hemingway



Bêhejmar zelamên jîr mil bi milê jinikên bêmejî ve tên dîtin, lê hema qet nayê dîtin ti zelamê bêhiş digel jinek jîr.
Clint Eastwood


Yên destpêker jî dikarin keçan nêçîr bikin. Lê bo veqetîna ji wan, kesên tecrûbehe lazim in.
Clark Gable


Ca kî dê tehemila wê jinê bike ya bê kêmasî be.
Juvenalis


Mirov nawelide jin, mirov dibe jin.
Simone de Beauvoir


Nizanim ka jin ji zelaman baştir in - lê baş dizanim ku ne ji wan xirabtir in.
Golda Meir


Jinan dem nîne ji bilî bi realîstî bi awayek din li tiştan binerin.
Agatha Christie


Guherrbar e herdem jin.
Vergilius Maro


Jin yan jê hez dike yan jî jê nefret dike; ti alternatîvên dî nînin.
Publilius Syrus


Tevgera azadiya jinan pûç û betal e. Jixwe zelam in yên zorlêbûyî. Zelam nikarin zarrokan biwelidînin. Û ne bawer im ku ti kes bikare di vê pirsgirêka wan de alîkariya wan bike.
Golda Meir


Pêdiviya her jinekê bi zelamekî heye daku wê bibîne.
Charles Chaplin


Jinên sar nînin lê hin zelam nejêhatî ne.
Francis Bacon


Şimikên qupikbilind wê jinê keşf kirin ya ku devê wê hatibû maçkirin.
Christopher Morley


Jin ji zelamên kêmaxiv hez dikin. Bawer dikin ku zelam guh didin wan.
Marcel Achard


Wê jinê, ya ku paşeroj hebe, pêşeroj nîne.
Oscar Wilde


Tek dema jin dixwaze salekê pîrtir be ew dem e ku zarrokekî dipê.
Mary Lombard


Pirranî zelam hemî zelaman hevalên xwe dihesibînin, pirranî jin hemî jinan dijberî xwe dibînin.
Jean de La Bruyère


Bextiyar jin ew e ya ji xwe napirse: Kîjan kiras li min spehîtirîn e dema ew bêt, lê ya dipirse: kîjan kiras herî kêm qurmiçî dixwiye dema ew biçe.
Eva Seaberg


Jin çi bikin jî, divê ducarî zelaman baş bikin daku hema nîvî zelaman baş bên hesibandin. Ya baş ew e ku qet ne dijwar e jin wisan bikin.
Charlotte Whitton


Ger jin bi rastî jî hind jîr in, çima ew cilên wisan li xwe dikin ku meyîk û bişkoşk li piştê ne.
Leonard Levinson


Ger jin cam jî bin, tê re nayê dîtin.
pendek rusî


Kî bibêje ku di jinan re dibîne, pirr ji dest dide.
Groucho Marx


Bo yê jinek baş hebe ti bela ne giran in.
pendek navneteweyî


Jin di evînê de ji pirraniya zelaman pêşvetir in lê di hevaltiyê de mêr li pêş in.
Jean de La Bruyère


Yê jinek bo xwe dît, wî bextiyarî dît.
Pîrozname


Rêya berev serkeftinê tijî jin e yên ku mêrên xwe pêşve def didin.
Thomas Dewar


Ger jinek bêkêmasî bixwazî, wa bihesibîne ku ew wa ye.
nenas


Divê tenê jinek wisan bo xwe bibijêrî ya ku te dê bo xwe wek heval bibijarta ger zelam ba.
Joseph Joubert


Ger bi jinek wisan re bizewicî ya ku zewqê ji xerckirina pare werdigire, ti çareyek dî nîne ji bilî wê ku divê xwe fêr zewqwergirtina ji qezenckirina pare wergirî.
Edgar Watson Howe


Baştir li çolê bijiyî, ne li ber destê jinek gazindo.
Pîrozname


Baştir e jina xwe ne bi çavan lê bi guhan bibijêrî.
pendek navneteweyî


Jin bo jêhezkirinê ne, ne bo jêfamkirinê.
Oscar Wilde


Bi zewacê jin azadiya xwe bi dest dixe, mêr azadiya xwe ji dest dide.
Immanuel Kant


Mal zindana keçan û kargeha jinan e.
George Bernard Shaw


Texmîna jinan ji piştrastiya mêran pirr sexbêrtir e.
Rudyard Kipling


Yê Xwedê wezîfeyekê bidiyê, dê bidiyê - ger ne hiş û aqil - jinekê.
Georg Christoph Lichtenberg


Psîkiyart kesek e ku bi bihayek giran wan pirsan ji te dike yên ku jina te belaş ji te dike.
Joey Adams


Gelek zelaman bi ser ketine bi xêra jina xwe ya pêşîn - û bi xêra jina xwe ya duyem.
Jim Backus


Cihê jinê nivistinxane ye.
Suzy Cartland


Jina min hê jî spehî ye. Lê niha hê pirrtir dem divê.
Charles Chaplin


Jin dixwin dema dipeyivin, zelam dipeyivin dema dixwin.
Malcolm de Chazal


Xwedê yekem hoperlor ji binkefşê Adem çêkir.
Jack Carter


Jin bi rêgirtina nêzîkbûna zelaman dest pê dikin û bi gerrîna li reva wan bi dawî tînin.
Oscar Wilde


Mezintirîn cudahî di navbera jin û mêran de ew e ku zelam tiştan fam dikin, jin têkiliyên navbera wan tiştan.
John Fowles


Ti car dijî jinê nepeyive. Dema xwe demekê ragirî, ew dê bi xwe dijî xwe bipeyive.
Humprey Bogart


Divê yan hezkirina ji jinê yan famkirina ji wê bibijêrî.
Nicolas-Sébastien Chamfort


Pirrtir bala zelamê navincî dikişîne ew jin ya ku bala xwe dide wî ji wê jinê - çi jin be - ya ku lingên delal hene.
Marlene Dietrich


Jin bersinor in: yan ji mêran çêtir in yan xirabtir in.
Jean de La Bruyère


Zelam piştî çar piyaleyan mest dibe, jin piştî çar maçan.
Henry Louis Mencken


Çima jin deh salan tê dikoşe daku mêrê xwe biguherrîne û paşî gazinan dike ku mêr êdî ne ew mêr e yê ku ew li gel zewicîbû.
Barbra Streisand


Dema jin dimire, mêr nabe bîmêr lê dibe sêwî wek zarrokan.
pendek rusî


Ji ber ku ez zelam im, dikarim bibim pop (serokê dînî yê îsawiyên katolîk).
Miguel de Cervantes


Mêr taca mexlûqan e.
nenas


Hezar zelam dikarin bi sulh bijîn lê du jin jî nikarin.
Lukianos


Zelam piçekê lê pirr car dibe dildar - jin gelekê lê kêm car.
Madame de Baste


Ger mêran jî zarrok biwelidandina, dê her malê tenê zarrokek heba.
nenas


Ma hûn dixwazin zelaman fam bikin? Lêkolînan li jinan bikin.
Jean Jacques Rousseau


Xwedê zelam ji berî jinê afirand ji ber ku şîret bo afirandina zelamî nedixwestin.
Jack Carter


Pirrî car tiştên wisan tên keşfkirin yên ku jinan ji mêj dizanîn.
George Bernard Shaw


De bi kêmanî di tiştekî de jin û mêr hevbîr in: baweriya ti ji herduyan bi jinan nayê.
Henry Louis Mencken


Ca ez dê çi zelam bam ger ne ew zarrok bam yê ku bûm.
Albert Camus


Di her zelamî de zarrokek pênc-heşt-salî veşartî ye.
Paul Valéry


Mêr ew e yê te baştirîn salên xwe danê ji ber ku wî ew kirin baştirîn salên te.
D. C. J. Fison


Zewacê ji yekî pirrtir zelam berev seksê ajotine.
Peter de Vries


Bo jinê baştir e li gel wî zelamî bizewice yê ji wê hez dike, ne yê jin jê hez dike.
pendek erebî


Zelam li gel jinekê dizewice daku bela yên dî ji xwe veke û paşî nêçîra gelek yên dî dike daku ji bîr bike ku li gel yekê zewicî ye.
Helen Rowland


Bextiyar ew mêr e yê jinek heye dibêje ka divê çi bêt kirin û sekreterek heye ya wan karûbaran dike.
Lord Mancroft


Mêr ew e yê nikarî aciz bikî bêyî ku xwe jî aciz bikî.
D. Watkins


Jin mêrên navincî dixwazin, û ta ji mêran tê wa dikin ku navincî bin.
Bertrand Russell


Mêr ew herdu pî ne yên du rojên şemî û yekşeman di bin tirimpêlê re tên dîtin.
Joy Bell


Ti mêrî li gor cilên wî nenirxîne, li gor yên jina wî binirxîne.
Thomas Dewar


Her mêr serwerê mala xwe ye - ta ku mêvan diçin.
nenas


Jinên nûjen her tiştî fam dikin, ji bilî mêrê xwe.
Oscar Wilde


Zelamê nezewicî belkî bêaqil be bêyî ku bizane, yê zewicî qet ti car.
Henry Louis Mencken


Nabe mêr ti car pêşîn binive yan dawîn şiyar bibe.
Honoré de Balzac


Mêr ew e yê ku dixwazî tu ji berî wî bimirî - daku bêyî wî nejiyî.
M. Larter


Rehm û dilovanî ji malê dest pê dike.
Terentius


Cihê hişmendek lê hebe, du bextiyar jî lê ne.
pendek elmanî


Bi xirabî li kesûkarên xwe nepûnije ger ew bawerî li nik te be. Gengeşe û şerrenîxê li gel wî neke ger yê xirabî li te nekiribe.
Pîrozname


Bextxweşî û bextreşî tenê di çavên zarrokan re dikare bêt dîtin.
Robert Kennedy


Herhal em dê bi zewacê tenê wan tiştan werbigirin yên me dane.
Honoré de Balzac


Ti kes hind kedê bo malê xwe nade hindî yê li gel malî zewiciye.
Frank Hubbard


Bo evînê bes e ku mirov hevberê xwe dilxweş bike. Bo ku di zewacê de bextiyar bî, divê ji kêmasiyên hevbera xwe jî hez bikî yan jî bielimî wan.
Nicolas-Sébastien Chamfort


Zewac bi sê parên xwe evîn e û bi heft parên xwe lêborîn e.
Langdon Mitchell


Zewaca bextiyarane peymana navbera du kesên efûker e.
Ruth Bell Graham


Zelam xaniyan ava dikin, jin malan.
nenas


Gerr û geştên zewacê komedî ne li ser irf û edetên me. Mirov dizewicin daku malekê bo xwe ava bikin lê tişta ew herî pêşîn dikin ew e ku ji mal direvin.
Paul Morand


Jinikê got ku mêrê wê şeva dawetê tiştek wisan pêşniya kir ku birayê wê jî dê newêrîba pêşniya bikira.
James Thurber


Gengeşe sulhê şirîntir dike.
Publius Syrus


Cihê zewaca bêevîn lê hebe, dê evîna bêzewac bêtê.
Benjamin Franklin


Hêza zelaman bûye sedema hin encamên bextreşane. Wan têkiliyên mirovên nêzî hev kirine têkiliyên axa û xulaman.
Bertrand Russell


Evîn ji zewacê xweştir e ji ber ku roman ji dîrokê xweştir in.
Nicolas-Sébastien Chamfort


Divê mirov herdem dildar be. Lew divê mirov qet nezewice.
Oscar Wilde


Tirsa ji bêkesî ji tirsa hatingirêdanê mezintir e lew em dizewicin.
Cyril Connolly


Mirov ne berpirs in ji zewacên têk diçin. Zewac bi xwe heyînek xirab e.
Simone de Beauvoir


Tu dizanî zewac çi ye? Ew e ku jin ji mêrî daxwaz dike ku derpiyê xwe ji xwe bike - daku jin bişo.
Ria Wägner


Zewac hin sinoran datîne ber takekesan û wisan piştrastiyê dide tevahiyê.
Friedrich Hebbel


Nîne ti mêr yê ku tehemil bike ku ew jin, ya ku di xaniyê wî ve dijî, di nav nivînên wî re dinive, ji wî jîrtir e.
Pearl S. Buck


Carinan baştir e di gengeşeyê de têk biçî, ne bi ser bikevî.
Billie Holiday


Ma dixwazî di hunera gengeşeyê de xwe pêş bixî? Bizewice!
[[Otto Weiss


Ti car li gel jinê gengeşeyê neke ger ew e westiyayî be - yan bênvedayî be.
H. F. Diefenbach


Di hemî dîroka dinyayê de ti zelam fêr nebûne ku li gel ti jinê bijî. Lê tişta seyr û sosret ew e ku ti zelam bêjin jî nejiyaye.
Lin Jutang


Yê jinek spehî, dîwar li tixûbê zeviyê û gelek rez hebin, şerr ji jiyana wî kêm nabin.
pendek spanî


Ew zewac baş e ya ku bi roj tê jibîrkirin ku jin û mêr evîndar in, û bi şev jî tê jibîrkirin ku herdu jin û mêrên hev in.
Jean Rostand


Tevî ku ev 30 sal in ku ez lêkolînan li ser jinan dikim, min hê jî nikare bersiva vê pirsê bidim: "Jin çi dixwaze?"
Sigmund Freud


Di pergala îroyîn de jin her pare ji mêran û mêr her derxwiyangê ji jinan dixwazin.
[[Esther Gable


Her tişt gengaz e bo zelamî yê ku ne hewce ye ti bike.
Earl Wilson


Tecrûbe ew e ya ji ber dimîne dema min navê wê jinê ji bîr kiribe.
John Barrymore


Hemî mêrên bi rastî mezin dihêlin ku afirandiyek biçûk stemê lê bike.
Honoré de Balzac


Mêr heye, jin dike.
pendek efrîqî


Peyv mê ne, gotin nêr in.
Gabriel Maurier


Ti zelamî ti zelam nedîtiye ku amade be li gel bizewice ger jin ba.
George Gibbs


Yên bêjin ji yên bijin di biwarê jinan de şarezatir in. Ger ne wa ba, ew jî dê zewicîban.
Henry Loius Mencken


Zelam wê dibêje ya dizane, jin wê dibêje ya dilan xweş dike.
Jean-Jacques Rousseau


Camêrê resen rastiya rûs nabêje ger jin guhdar bin.
Mark Twain


Zelam camêr ew e ku jinê ji her tiştî biparêze - ji bilî ji xwe camêrî.
Ernest Hemingway


Jiyan


  • Ya giring ne jiyan e lê ew bistehî ye ya ku mirov diîne jiyanê. ~ Hugh Walpole

Kar û xebat



Tu tê bikoşe karê xwe bike, li kêmasiyên te dê bêt borîn.
Thomas Jefferson


Jiyan bêyî xebat û xwewestandinê ti nade mirovî.
Quintus Horatius Flaccus


Ti dostek wek zîrekiyê baş nîne. Dostaniya xwe li gel zîrekiyê xurt bike, dê qet bêxwedî nemînî.
Bhartrihari


Ti kar ne dijwar e ger bixwazî bikî.
Eusebius Hieronymus


Tenê bi rêya kar dikarî dinyayê wek mala xwe hest bikî.
Berthold Auerbach


Kes ji karî bi xwe hez nake.
Samuel Johnson


Ger zanîna xwe necerribînî, nikarî li bîra xwe bihêlî.
Gaius Plinius Caesar Secundus


Mirov dikare rojê heşt seetan vexwe yan navnivîniyê jî bike lê tek tiştê mirovî berhev bihêle kar e.
William Faulkner


Yê tembel herdem biniyet e bike.
pendek fînlendî


Yê birsî nikare, yê têr naxwaze.
pendek fînlendî


Yê dîn xwe bi karê xelkê ve dikuje.
pendek fînlendî


Paleyê te bi karê pê didî kirin ve dibetile lê bê westan hemî şolên xwe bi xwe dike.
Ugobardus Sulmonensis


Her kes dixebite: belengaz bo debara xwe, zengîn bo parastina malê xwe.
Torriano Piazza Universale


Mirov heywanek e ku amûran bi kar tîne.
Thomas Carlyle


Ma çima li rehetiyê digerrî madem bo karkirinê hatiyî çêkirin.
Thomas à Kempis


Bila xelk bikêlin, em binivin.
pendek fînlendî


Ji karê hinan hinên dî mifa werdigirin.
Aysopos


Her kes li gor hinêra xwe, bo her kesî li gor pêdiviyên wî.
Karl Marx


Nîşana koletiyê ye ger te jî bihayê xwe hebe û bi wî bihayî bikarî werî kirrîn.
John Ruskin


Nefsa yê tembel her dixwaze bêyî ku ti bi dest bikeve lê canê yên zîrek tê têrkirin.
Pendnameya Pirtûka Pîroz


Mîna baweriyê, baldirêjî û çalakî jî çiyayan dihejînin.
William Penn


Dema mirov ti neke, dê fêrî xirabiyê bibe.
Catoyê mezin


Destpêk giringtirîn pişka karî ye.
Efleton (Platon)


Ji berê ve tê zanîn ku bo bênvedanê ew jî bes e ku dest bi xebatek nû bikî.
Lewis Morris


Hinêrek hêja ye fêrbûna bênvedana bi guhertina karekî bi yek din.
Matti Kuusi


Destpêk çawan be, dawî dê wisan be.
Hieronymus


Kar bi xwe bikirê xwe kêfxweş dike.
Martialis


Yê kar dike, duayan dike.
Augustinus


Nan ne bi xwarinê lê bi xwestinê xilas dibe.
pendek fînlendî


Yê pirr hez dike, pirr dixebite.
Thomas à Kempis


Mirov bi her tiştî dikerrixe ji bilî karî.
Gaston de Léwis


Ger te niyet e bixebitî, aniha bixebite.
Plautus


Dê belengaz bibe ew yê destên xwe bi tembelî bi kar tîne lê destê yên zîrek zengîniyê peyda dikin.
Pendnameya Pirtûka Pîroz


Kar û duayan bike.
Benedictusê Nursiyayî


Kevirekî rake, dê min bibînî. Darekê bişeqîne, ez ê tê de bim.
Hz. Îsa


Ji berhemên wan hûn wan dinasin.
Mizgîn (Incîl)


Mirovî parçeyek ji dilê xwe daye her tiştî yê ku xebat bo kiriye.
Henryk Sienkiewiecz


Armanca min ew e ku karê xwe bikim zewq û paşî zewqê bi karê xwe bikim.
Aaron Burr


Dema kar dî be, jiyan şahî ye.
Dema kar kotekî be, jiyan koletî ye.
Maksîm Gorkî


Bi rêya kar mirovî xwe pabendî bi kêmî pişkek rastiya jiyanê dike: têkiliyên navbera mirovan.
Sigmund Freud


Berê halxweştirîn ew welat bûn yên ku sirişt lê herî merd bû, niha ew welat in yên mirov lê herî destbikar in.
Henry Thomas Buckle


Her tişt wa ne wek tu dikî.
Plautus


Her tişt, yê ku baş e bêt kirin, baş e ku baş bêt kirin.
Adolphe Monod


Tişta bênvedan bo nebe xwe ranagire.
Ovidius


Yê bixwaze karên mezin pêk bîne, divê kûr li kitekitan bipûnije.
Paul Valéry


Yê nizane dema xwe ya betaliyê baş bi kar bîne, di karê xwe de jî zêdetir dite'ibe.
Ennius


Her xurttir bawer im ku tembelî sedema nebûna aşopan e.
Marcel Jouhandeau


Hemberî bindarên xwe wisan be wek ku dixwazî serdarê te hemberî te be.
Seneca


Ji karî direvim tevî ku xelk bike jî.
Mark Twain


Xwedê di xew diçe ger mirov destên xwe betal berdin.
Miguel de Unamuno


Mirov nizane ka dikare çi bike ta ger necerribîne.
pendek navneteweyî


Kurrê herî biçûk neçar e kemana herî mezin hilgire.
pendek inglîzî


Hemî tiştê xweş bi xwe bike, yê ne xweş bi xelkê bide kirin.
Baltasar Gracián


Divê dest biavêjim xebatê da ji bêhêvîtiyê hişk nebim.
Alfred Tennyson


Kar baştirîn yarê min e. Lê ne yekmejiyî me.
Eva Ralf


Xebat yek ji şêweyên hêrsbûnê ye.
Don Herold


Hişyar be li her xebatê ya hewceyî hin cilên nû be.
Henry David Thoreau


Tişta em dikin qet nayê famkirin, tenê tê spaskirin û lomekirin.
Friedrich Nietzsche


Bi zor li dinyayê ti tişt hebe ku kesek din nikare nebaştir çêke û piçekî erzantir bifiroşe.
John Ruskin


Evîn li ber zîrekiyê nerm dibe. Ger nexwazî evînê bikî, xebatê bike, dê wa parastî bî.
Ovidius


Karê bo karî dij-siriştî ye.
John Locke


Ka ez ji te re bibêjim ku nekirina ti tiştî dijwartirîn tişt e li vê dinyayê, dijwartirîn û jîrdartirîn.
Oscar Wilde


Qet bo sibê nehêle wî karî yê ku dikarî dusibê jî bikî.
Mark Twain


Ti erk ne hindî erkê dilşadbûnê ne kêmnirxdayî ne.
Robert Louis Stevenson


Her kes bepirsiyarî her tiştî ye yê ku li dinyayê diqewime.
Fyodor Dostoyevskî


Hemî hêz erk e.
Victor Hugo


Ger mirovî mafê gelekê hebe, divê bi piçekê razî be.
Seneca


Ger jiyana xwe bigirî destê xwe, dê tiştek kembax biqewime: êdî nikarî her tiştî bikî binasên xelkê.
Erica Jong


Tirsa ji berpirsiyariyê nisaxiyek serdema me ye.
Otto von Bismarck


Erk ew e ya mirov dipê ku divê xelk bike, ne mirov bi xwe.
Oscar Wilde


Ez tenê mirovek im lê dîsan jî tiştek im.
Nikarim her tiştî bikim lê dikarim tiştekî bikim.
Ya ji min tê texsîriyê nakim.
Helen Keller


Gelo çi ye erkê te? Ya roj ji te dixwaze.
Johann Wolfgang von Goethe


Barê dilxwazî ne giran e.
pendek îtalî


Kar jiyanê şirîn dike.
pendek elmanî


Jê daxwaz bike bila piçekê raweste - ez ê aniha karê xwe temam bikim.
Carl Friedrich Gauss (dema peyam digihiyê ku jina wî li ber mirinê ye)


Divê em bûstanê xwe bikêlin.
François Marie Arouet Voltaire


Ji bêemeliyê asin dibe jengarî, ava genî pakiya xwe winda dike û seqa li ber sarmayê diqerrise. Wisan betalî jî şerbeta jiyanê tal dike.
Leonardo da Vinci


Ti tişt wek wê asan nîne lê ew dijwar dibe dema bêdilî xwe wê dikî.
Publius Terentius Afer


Hemî karên bimeaş mejî dimêjin û bêqîmet dikin.
Arîstoteles


Çiqas pirrtir bixwazim tiştekî bikim, kêmtir wî tiştî kar dihesibînim.
Richard Bach


Pirr plan tenê pêşbîniyên nebisexbêr in.
Ben Bayol


Bikoşe bêna xwe fire bikî û ji krîzê zewq wergirî.
Yogi Berra


Derencam zêde hatiye nirxbilindkirin. Ddersa rastîn mirov ji wê têkoşînê digire ya ku di navbera xewn û rastiyê de cih digire. Ew têkoşîn tiştek e ku jê re jiyan tê gotin.
Garth Brooks


Ti kes nabîne ku hin mirov enerjiyek bêqam xerc dikin tenê daku bibin normal.
Albert Camus


Yê dixwaze karê xwe bikemilîne, divê pêşî amûra xwe bihesû.
Konfuçe


Ger têkoşîn nebe, pêşketin nabe.
Frederick Douglas


Dahîtî yek ji sedê ji Xudê ye û not-û-neh ji sedê ji xuhê ye.
Thomas Alva Edison


Dema tevnên tevnpîrkan bigihin hev, dikarin şêran jî pê girê din.
pendek hebeşistanî


Xwedê gûzan dide lê wan naşkîne.
pendek elmanî


Yê dixwaze lê naxebite, belayê peyda dike.
William Blake


Bela jî tenê derfetek e.
Henry J. Kaiser


Mêrê berev herrikê ve melevaniyan dike, hêza herrikê dizane.
Woodrow Wilson


Bar hevberî hêza hespî ye.
Telmûd


Ne her tiştê hez jê dikî bike, her tiştê dikî hez jê bike.
Nenas


Ger bi karê xwe pareyan peyda nekî jî lê ji karê dikî hez bikî, tu biserkeftî yî.
Nenas


Teyrikê zû-şiyar kirmikî digire.
Nenas


Her kes dixwaze dinyayê biparêze; ti kes naxwaze alîkariya dayikê bike daku xwarinê amade bike.
P. J. O'Rourke


Diyarî digihin wî yê xeyalan dixebitîne.
William Benton


Gelek kesên jiyana bazirganî didin pey vê rêbazê: ne rêbaz lê pare.
Mardy Grothe


Tek cudahiya di navbera mirovê pîşekar û mirovê bazirgan de ew e ku bo mirovê pîşekar bidestxistina pare tiştek tesadifî ye, bo yê bazirgan bingeha bûneweriyê ye.
Frank Lloyd Wright


Ti kesî li nav nivînên mirinê negotiye: "Xwezî min zêdetir dem li daîreyê biboranda."
Paul Tsongas


Yek ji nîşanên nêzbûna li peqîna demarên mejî ew e ku mirov bawer bike ku karê mirovî pirr giring e.
Betrand Arthur William Russell


Tişta ecêb ne ew e ku em vî karî dikin lê ew e ku em pê kêfxweş in.
Dayik Teresa


Tek cihê lê biserkeftin ji berî karî ye ferheng e.
Donald Kendall


Ji wî cahiltir mirov nîne yê ku pirraniya jiyana xwe bo debarkirina jiyara xwe dide.
Henry David Thoreau


Zîrekî êşek e ya ku ciwan û cahilan digire.
Ambrose Bierce


Pêşî dest bi ya pêwîst bike paşî bi ya gengaz, dê taliyê bibînî ku ya negengaz dikî.
Nenas


Pispor kesek wisan e ku her zêdetir tiştî li ser kêmtir tiştan dizane ta ku dawiyê her tiştî li ser ne-ti-tiştî dizane.
Nenas


Leşê sax pêdivî bi xwewestandinê nîne û yê nesax jî nikare ti bike.
Nenas


Ger kêlîka dawiyê neba, ti tişt nedihat kirin.
Nenas


Kesê şaşiyan neke, ti din jî nake.
nenas


Kesê ti neke, şaşiyan jî nake.
nenas


Yê bêaqil pirr dixebite, yê hişmend planan dike.
nenas


Ji her têkçûnê mirov ji hemî biserkeftinan zêdetir fêr dibe.
nenas


Ger masiyekî bidî min, ez dê rojekê têr bim. Ger min hînî masîgiriyê bikî, ez dê xwe xwedî bikim.
nenas


Ger tiştekî îro û sibê nekî, dusibê jî neke.
nenas


Ger dema ji kar vedigerrî ji dema ji mal bi rê ketî kêmtir enerjîdar bî, tu tawanbarî gunehek mezin î: diziya malê dikî.
Jagdish Parikh


Ahengî tenê serûberiyek berdemî ye hemberî tevliheviya jênagerr û bivê-nevê.
nenas


Her tişta gengaz di cih de tê kirin lê bo kirina tişta negengaz piçek dem divê.
nenas


Dinivîsim ji ber ku ne mecbûr im.
nenas


Xebata zêde ti car ti kes nekuştiye lê ma çima ez rabim xwe lê ma çima rabim xwe bicerribînim.
Ronald Reagan


Dema bo xelkê demek dirêj divê daku ew pirsgirêkekê çare bikin, ew hêdî ne. Dema bo me demek dirêj divê daku em pirsgirêkekê çare bikin, em bisexbêr in.
nenas


Dema tiştek hatibe xirabkirin, bi sererastkirinê ew zêdetir tê xirabkirin.
nenas


Ma çima li biserkeftinekê rabiwestî madem dikarî wê jî bi cerribandinek nû têk bibî.
nenas


Tişta bi xwe bikarî îro bikî, sibê bi xelkê bide kirin.
nenas


Tiştek pirr zewqdar e ti tiştî nekî dema ji her gavê bileztir î.
Salvador Dalí


Pirr kêm tişt hene ku ji dil wiha bibêjim: vê dikim ji ber ku hez dikim.
nenas


Proje armancek e ku yên nekar tê dikoşin yên nexwaz negengaziyan bikin.
nenas


Mal bi hinêrê tê parastin, ne bi garranek mirovan.
pendek fînlendî


Mêr bi karê xwe tê spaskirin, ne bi gotinên berz û bilind.
pendek navneteweyî


Teyrikê zû-şiyar kirmikan digire lê mişkê dûhatî penîrî peyda dike.
nenas


Cerribandin yekem gav e ber bi têkçûnê.
Homer Simpson


Ne hewce ye ku evîndarî karê xwe bî. Xwefiroşî jî bes e.
Serdarî karên xwe be, dinya dê li dûv te were.
pendek latînî


Tamîr neke ger neşkestibe.
pendek latînî


Her peledînek jîrik dikare her tiştî mezintir, dijwartir û tundtir bike. Pêdivî bi destê bilîmetek î - û pirr wêrekiyê heye - daku tişt ber bi hêla durist ve biçin.
Albert Einstein


Aborînas bi jimaran ve mijûl in lê wan kesatî nîne ku bibin hesabgir.
nenas


Ez ji fêrbûnê hez dikim lê hatinfêrkirinê nefret dikim.
Winston Churcill


Ger du mirov mîna hev biramin, yek ji wan nepêdivî ye.
Ray Krock


Asteng min ranawestînin. Her asteng min zêdetir ber bi rêya min ya rast ve dibe.
Leonardo da Vinci


Ti tiştek ne wek teoriyek baş pratîkî ye.
Franci Galton


Yên xwedî zanîn, pêşbîniyan nakin. Yên pêşbîniyan dikin, nizanin.
Laotse


Tu erkê xwe bi cih bîne, ya mayî bispêre xwedayan.
Pierre Corneille


Em ji dûr li gihiştina ser rêya erkan digerrin tevî ku em dikarin serê rêkê tam li nêzî xwe jî bibînin.
Meng-Tsu


Erkê xwe yê nêzîk baş bi cih bîne.
Pittakos


Erkê xwe yê nêzîk bi cih bîne.
Thomas Carlyle


Teqwatî ew e ku ji Mesîhî bawer bikî û erkên xwe bi cih bînî tam di wî karê jiyanê de yê ku Xwedê tu vexwendiyê.
Martin Luther


Bicihanîna erkan ew e ya em ji xelkê dipên.
Oscar Wilde


Ew erkê min e û herwiha wisan dixwazim jî.
Sir William Schwenck Gilbert


Em pê dihesin ku du hez me ji hev radikêşin: erk û daxwaz. Vê serdemê daxwaz li pêş erkî dimeşe û rêberiya me dike ber bi qeyranek sincî ve.
Émile Durkheim


Min erkê xwe kiriye, qet ne tiştek zêdetir.
Henry Fielding


Ev gorra Henry Lawrence e yê ku tê koşî erkên xwe bi cih bîne.
[[(Li ser gorra Sir Henry Montgomery Lawrence)


Niha razî me: Spas bo Xwedê, min erkên xwe bi cih anîne!
Horatio Nelson


Kêf û zewq


  • Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye.~ Sardanapalus (paşayê dawîn yê Asûryayê)


  • Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.~ Alexis (300 bz)


  • Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ku dê zû biqede.~ Erubin (450 bz)




  • Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin.~ Konfuçe


  • Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.~ Epikuros
  • Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî. ~ Epikuros


  • Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e. ~ Jonathan Swift


  • Ew keşîşên han ne dixwin daku bijîn lê dijîn daku bixwin. ~ ’’François Rabelais


  • Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm. ~ Sokrates


  • Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ku em bijîn tenê daku em bixwin.~ Se'diyê Şîrazî




  • Bawer dikim ku dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. Lew min bo xwe kiriye pend ku her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne.~ Tobias Smollet





  • Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin. ~ Thomas Adams


  • Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan.~ Thomas Paine


  • Rojekê jî bê zewq neborîne!~ nenas




  • Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin. ~ Publius Ovidius Naso




  • Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî. ~ Benjamin Whichcote


  • Zewq e em wan tiştan bikin yên ku xelk bawer nake ku em dikarin bikin. ~ Walter Bagehot






  • Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye. ~ Dante Alighieri





  • Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin. ~ Qiralîçe Kristîna





  • Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ku têr zewqê jê bistînin. ~ Kazuko Okakura




  • Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike. ~ Leo Baeck




  • Hesûdî mereqdariyê diafirîne. ~ Molière


  • Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e. ~ Plutarkhos


  • Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin. ~ Laotse (500 bz)



  • Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. Tenê yê bi serê xwe digerre azad e. ~ Aaro Hellaakoski




  • Heza xwepesndana bi hindê ku razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ku ew raz bêt diyarkirin. ~ Samuel Johnson


  • Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ku ti niyet nîne ku wan li nik xwe biparêzin. ~ Charles Caleb Colton


  • Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e. ~ Musaios


  • Tevî ku du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin. ~ pendek elmanan


  • Muzîk tek zimanê hevpar yê hemû dinyayê ye. ~ Samuel Rogers



  • Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin. ~ Platon (Efletûn)



  • Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî. ~ Horacio Guarani


  • Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin.~ Joseph Addison


  • Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer ~ Honoré de Balzac




  • Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de. ~ François Rabelais


  • Zewqdartirîn tişt ew e ku basa wan belayan bêt kirin yên ku mirov jê filitiye. ~ Euripides



  • Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be. ~ Voltaire


  • Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî. ~ Samuel Johnson


  • Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr. ~ John Donne


  • Tenê derya kûriya deryayê dinase ~ nenas (ji Nîti Sastras n. 1250)






  • Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire. ~ John Keble



  • Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm. ~ William Shakespeare



  • Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî. ~ Paul Valéry


  • Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê. ~ John Fletcher


  • Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne. ~ Homeros


  • Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin. ~ John Gay


  • Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan. ~ Pîrozname




  • Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe. ~ George Pettie



  • Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne. ~ Columbanus (600)


  • Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e. ~ Thomas Jefferson



  • Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî. ~ Euripides


  • Nîne şadî bêyî mey. ~ Pesachim (n. 450)




  • Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike. ~ Henry Fielding




  • Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e. ~ Alkaios


  • Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê. ~ Aleksis Kivi



  • Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye. ~ Henri Amiel



  • Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye. ~ Jonathan Swift



  • Tişta bikêr bedew e. ~ Platon (Efletûn)


  • Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî. ~ Victor Hugo



  • Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e. ~ Khrysippos


  • Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye! ~ Ben Jonson







  • Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye. ~ Thomas Carlyle


  • Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin. ~ Keigemni (n. 2500 bz)



  • Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî. ~ Oscar Wilde


  • Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê. ~ Leo Tolstoy


  • Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike. ~ August Stringberg

Mirov



Perwerde


Ne bo dibistanê lê bo jiyanê.
Lucius Annæus Seneca


Baştirîn perwerde wî wergirtiye yê ku fêr bûye xwe hem li ber xeman û hem jî li xweşiyan ragire.
Jean-Jacques Rouseau


Perwerdekirina zarrokan hilgirtina jiyanê ye di çira û pêtalekê de ku em ji nifşê xwe raberî yê bêt dikin.
Efleton (Platon)


Hemberî dêbavên xwe wisan be wek ku dixwazî zaroyên te hemberî te bin.
Isokrates


Mezintirîn pirsgirêka pedagojîk: çawan zarro bên fêrkirin daku ne zêde bişibin dêbavên xwe.
Otto Weiss


Mirov tek pişka siriştê ye ku hewceyî perwerdeyê ye.
Immanuel Kant


Baştirîn awayê borandina jiyanê ew e ku mirov dema xwe gorî tiştek wisan bike ku piştî mirovî jî li jiyanê bimîne.
William Jones


Ne xem e ger nenas bimînim lê dikoşim wisan bijîm ku tiştek hejî bibîranînê ji nifşên pey xwe re bihêlim.
Konfuçe


Ger mirov bikare di mirina xwe de coşdariyê diyariyî zarroyên xwe, mirov mîrasek bêtixûb binirx ji wan re hêlaye.
Thomas A. Edison


Reftar neynikek e ku her kes tê re wêneyê xwe nîşan dide.
Johann Wolfgang Goethe


Armanca perwerdeyê dirûvandina karakterê ye.
Herbert Spencer


Ger dêbav zêde ji zarroyên xwe re bikin, zarro ti ji xwe re nakin.
Elbert Hubbard


Herî zêde wî bandor û hîkarî wî edetî li min kiriye ku li vir li Emerîkayê dêbav rêzê li zarroyên xwe digirin.
Dukê Windsorê


Dema zarrok tê perwerdekirin, divê li pîriya wî bêt ramîn.
Joseph Joubert


Perwerdeya mirovî ta mirinê didome.
Robert E. Lee


Ger dilê te bixwaze bersiva agirî bi agirî bidî, ji bîr neke ku agirkuj bi pirranî avê bi kar tînin.
S. Hayakawa


Bihêlin zarrok bilîzin, û perwerdeyê têkilî yariyan bikin.
Fénelon


Bi hêceta lîstikan mirov dikare her tiştî bi zarrokan bide kirin.
Otto von Bismarck


Ma ne ecêb e ku kesê zarro nînin dikarin wan baş perwerde bikin?
Konfuçe


Li gor têgihiştina min, ger mijar bi kûrî bêt vekolîn, mirov nikare zêde qenciyê li zarrokî bike ger ji dilê xwe bidiyê.
Lee Salk


Dosto, min pirrî car bîstiye ku mezintirîn mêr ew e yê ji xwe dipirse ka divê çi bike, û yê dûvre mezin ew e yê guh dide şîretên baş.
Titus Livius


Ji bilî hêbitînê ti destpêk bo fêrbûnê nîne.
Efleton (Platon)


Xwe perwerde bike çiku dema şens tavilê ji dest te biçe, dê bimîne zanîn ya ku mirovî nahêle.
Cato


Bila perwerdeya formal ti car rê li ber perwerdebûna te negire.
Mark Twain


Ger nehatibî perwerdekirin, divê mejiyê xwe bi kar bînî.
Nenas


Perwerde ne dagirtina setlekê lê hilkirina agirekî ye.
William Butler Yeats


Hindî bijiyî, fêrî jiyanê bibe.
[[|Seneca|Lucius Annæus Seneca]]


Mirov fêr dibin dema xelkê fêr dikin.
Seneca


Mirov herî baş bi nimûneyan fêr dibin.
Plinius


Şagirdê di ber mamosteyê xwe re neke kêrî ti tiştî nayê.
Leonardo da Vinci


Mamoste deriyan vedikin lê divê mirov bi xwe biçe têve.
pendek çînî


Tenê şagird dikarin bibin hoste.
pendek Rojhilatî


Bi kirinê em fêrî kirinê dibin.
Arîstoteles


Encam hosteyê bêhişan e.
Livius


Dîrok mamosteya jiyanê ye.
Cicero


Malê mirovê xwenda herdem pê re ye.
Plædrus


Zikê têr ne dilxwaz e fêr bibe.
Plinius


Yê xwenda ne di her tiştî de xwenda ye, yê jîr di her tiştî de jîr e, di nezaniyê de jî.
Michel de Montaigne


Ta min dest bi wanedanê nekir, fêrî ti tiştî nebûbûm.
Anatole France


Ti car pêrgî ti kesî nehatime ku mirov nikare ti tiştî jê fêr bibe.
Alfred de Vigny


Jiyan mirovên mezin fêr dike û rê dide yên biçûk bi rêya xwe biçin.
Marie von Ebner-Eschenbach


Ji ber xişkirinê (nerîna bêdestûr) ji dibistanê hatim avêtin. Min li waneya metafizîkê awirek li giyanê yê bi rex xwe ve gerrand.
Woody Allen


Em li wê paradoksê asê bûne ku perwerde bûye yek ji kembaxtirîn astengên dijî azadiya hişî û ramanî.
George Bernard Shaw


Baş e mirov bijî daku bielime.
Miguel de Cervantes


Fêrbûna edetên nû giring e çiku wisan mirov dikare xwe bigihîne navoka jiyanê.
Henri Frédéric Amiel


Dema şagird amade be, hoste xwiya dibe.
pendek budayî


Di fêrbûnê de mereqdariya azad ji kotekiyê bibandortir e.
Augustinus


Ya giring ne xwendina pirr e lê ya bikêr e.
Aristippos


Divê pirr bê xwendin lê ne gelek pirtûk.
Gaius Plinius Cæsar Secundus


Pirrcûniya pirtûkan me bêşiyan dike.
Voltaire


Ger ji ji fêrbûnê hez bikî, hema te xwe gihandiye zanînê.
Tse-tzu


Mirov tenê ji wî fêrî kirinê dibe yê bi xwe dike.
Lucius Annæus Seneca


Ji pirtûkan pirrtir dikarî ji mirovan fêr bibî.
Sir Thomas Overbury


Pirr ji mamosteyên xwe fêr bûn, hê pirrtir ji hevkarên xwe lê herî zêde ji şagirdên xwe.
Judah HaNasi


Pirr fêr bûm ji mamosteyên xwe, pirrtir ji pirtûkên xwe lê herî zêde ji belayan.
Isaac Kaminer


Bi zaneyî em fêr dibin ji wan yên em jê hez nakin, lê bê zaneyî ji wan yên em jê hez nakin.
Joseph Klausner


Bi kurterêya şahan ve kes nikare xwe bigihîne jeometriyê.
Eukleides


Şerm nakim diyar bikim nezaniya xwe li ser mijarên ji min re nenas.
Marcus Tullius Cicero


Yê bo fêrbûnê xwe wisan nizm bike ku nezaniya xwe diyar bike, dê taliyê bêt bilindkirin.
Telmûd


Pêşî divê mirov îtîraf bi nezaniya xwe bike ta ku cihê wê dagire.
Michel de Montaigne


Armancek mezin ya fêrbûnê gerrîna li têgihiştinek windakirî ye.
Meng-zu


Em ne bo jiyanê fêr dibin lê bo ku li wanexaneyê bi ser bikevin.
Seneca


Peyv tenê pif (hewa) e, û perwerde jî li ser peyvan hatiye damezrandin. Lewre perwerdebûnî tenê hilmek ba ye.
Jonathan Swift


Pergala perwerdeya me pergala bêhêvîtiyê ye. Em fêrberên peyvan in.
Ralph Waldo Emerson


Rast e ku pirr ji pirtûkan fêr bûyî, lê ji bîr neke ku jiyan jî dikare fêr bike.
Marcus Porcius Cato


Pirtûk pirr kêm tiştên dinyayî fêrî me dikin.
Oliver Goldsmith


Pirtûkên jiyannasiyê pêve nekî ji te re bêkêr in.
Samuel Johnson


Pirtûk piçûk û panik in. Tenê jiyan gir û gewre ye.
Thomas Carlyle


Dikarî hişmend bî tevî ku te ti pirtûk jî nexwendibin; lê ger ji her tiştê hatî nivîsîn bawer bikî -- ne hişmend î.
Leo Tolstoy


Min dibistana dijwar ya bivê-nevêtiyan xwendiye.
Sofokles


Ger min hindî xelkê xwendiba, min dê ji wan zêdetir nezanîba.
Thomas Hobbes


Carina hes pê dikim ku xwezî pirtûka berdilî min tenê ji pirtûkên lêgerrînê pêkhatî ba.
Donald J. Adams


Ji pirtûkan kes fêrî mirovan nabe.
Benjamin Disraeli


Bi kûrî fêrî pirtûkan bûyî lê pirr sivik fêr xwe.
John Milton


Herûher bo jiyanê bixwîne, ne bo ku dê sibê bimirî.
pendek ewropî


Bo ku bikarî karên mezin bi cih bînî, divê wisan bijî mîna ku qet nemirî.
Luc de Clapiers de Vauvenargues


Xwendatî gencîne ye.
Caius Petronius Arbiter


Bikoşe ku ji her tiştî tiştekî fêr bibî û ji tiştekî jî hemiyê.
Thomas Henry Huxley


Perwerde tê wateya xwedisiplînê bo xortan, xemrevînê bo pîran, zengîniyê bo hejaran û şengiyê bo zengînan.
Diogenes


Bila xwendekariya te mîna stiranekê be!
pendek babîlonî


Hemî fêreya xwe spêdeyê da'ûre lê êvarê bi heval û hogirên xwe re vehelîne.
Lord Chesterfield


Ya herî giring ew e ka dê çawan xwe biparêzî ji neçarbûna ramalîna tiştê fêrbûyî ji xwe.
Antisthenes


Em bê vehewîn dixebitin daku bîra serê xwe dagirin lê têgihiştina xwe vala dihêlin.
Michel de Montaigne


Em hêdîka fêr dibin ji bîr bikin ya em fêr bûne.
Lucius Annæus Seneca


Zarroyê siriştê, fêr bibe azad bike mejiyê xwe ji ya tu fêr bûyî.
Benjamin Disraeli


Hişmendî herdem kêrî mirovî tê lê perwerde carina xezeb e.
John A. Shedd


Bêyî tecrûbeyan ti kes fêr nabe.
Efleton


Yê dike hû dibe.
George Herbert


Ew e perwerdebûyî yê dizane karên wisan jî bike yên ku ti car nekirine.
George Herbert Palmer


Bi vekolîna yên kevn em fêrî yên nû dibin.
Konfuçe


Mamosteyek ne bes e. Li nik yek din jî bixwîne.
Telmûd


Ger ne niha be, pa kengî?
Lakydes


Temen hişmendbûnê asteng nake.
Aiskhylos


Hindî hê tiştek nizanî hebe, xwe fêr bike. Ger bawerî bi pendê hebe: jîn hemî fêrbûn e.
Lucius Annæus Seneca


Ti car em ne hind pîr in ku fêr nabin.
Oliver Goldsmith


Ger duh miribam, min dê ew nizanîba.
pendek fînlendî


Bi zêdebûna jiyê xwe re roj bi roj hin tiştên nû hîn dibim.
Solon


Bi fêrbûnê yê pîr jî geştirîn dema xortaniya xwe dijî.
Aiskhylos


Hê jî fêr dibim!
Michelangelo Buonarrotti


Li ber min kembaxtirîn tişt dibistanek e ya ku bi azîneyên tirsê, kotekiyê û desthilatiyek çêkirok tê meşandin. Reftarên wisan hestên saxlem, jidilî û bixwebaweriya şagirdan dimirîne û tepeseran peyda dike.
Albert Einstein


Tecrûbe dibistanek baş e lê bihayê wê giran e.
Heinrich Heine


Dibistana fermî dê jiyarê bide te. Xwe-perwerdekirin dê felekê bike di dest te de.
Jim Rohn


Em her roj tiştekî fêr dibin, û pirrî car wê fêr dibin ku ya roja berî wê em fêr bûyî şaş bû.
Bill Vaughn


Perwerde tiştek heyranî ye, lê divê car-car bêt bîra mirovî ku ti tiştek kêrî zanînê nikare bêt fêrkirin.
Oscar Wilde


Perwerdeya rast divê me fêr bike em ji xwe derkevin û bigihin tiştek pirr hejîtir, bigihin ne-ezîtiyekê ya ku me û hemî mirovatiyê bi hev re girê dide.
Nancy Astor


Perwerde gihandina giyanên mirovan e ber bi tiştên herî baş û peydakirina tiştên herî baş e ji wê.
John Ruskin


Perwerde asan dike ku mirov bên birêvebirin lê dijwar dike ku bên ajotin; asan dike ku bên meşandin lê negengaz dike ku bên kolekirin.
Henry Peter Brougham


Ti şaxek matematîkê - ya çend abstrakt be jî - nîne ku rojek neyê ku kêrî hin diyardeyên cîhana rastîn bêt.
Nikolay Îvanovîç Lobaçevksî


Perwerde ew e ku bikarî guh bidî hema her tiştî bêyî ku bênteng bibî.
Robert Frost


Tenê yên perwerdebûyî azad in.
Epiktetus


"Em nikarin bêyî jan perwerde bibin."
Arîstotees


Lê ger tu bipirsî ka çi sûde ji perwerdeyê heye, bersiv pirr asan e: perwerde mirovan qenc dike, û mirovên qenc camêriyê dikin.
Efleton (Platon)


Perwerde vedîtinek pêşkevî ya nezanîna me bi xwe ye.
Will Durant


Hemî hinêra fêrkirinê tenê şiyarkirina mereqdariya siriştî ya mejiyên nûgihiştî ye.
Anatole France


Fêrbûn hesîna bi wê ye ya ku tu êdî jixwe dizanî.
Richard Bach


Ez bêdengiyê ji dengdaran, bênfirehiyê ji bêntengan, qenciyê ji neqencan fêr bûme, lê - ecêb e - dîsan jî ne spasdarî wan mamosteyan im.
Xelîl Cibran


Herî baş ew kes alîkariyê dike yê xelkê fêr dike ku bikarin alîkariya xwe bikin.
A. P. Gouthey


Pratîk baştirîn fêrker e.
Publilius Syrus


Dibêzim û ji bîr dikim. Dibînim û tê bîra min. Dikim û tê digihim.
Konfuçe


Sê awayên bingehîn yên peydakirina zanyariyê hene... çavdêriya li siriştê, raman û cerribandin. Çavdêrî agayan peyda dike; raman wan digihîne hev; cerribandin encama wê hevgihandinê dirastîne.
Denis Diderot


Nexwendayê pêşerojê dê ne kesek wisan be ku nizane bixwîne lê dê yek wisan be ku nizane fêr bibe.
Alvin Toffler

Şînî û şadî



Ne baş e bextreş bî lê baş e bextreş bûbî.
Georges Brossin de Méré


Kêf jiyanê dirêj dike; xem derd û kulan dide.
pendek çînî


Rondik qedera mirovan in.
Vergilius Maro


Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin.
Marcus Tullius Cicero


Di girî de cûnek zewqê heye.
Ovidius


Kêf avis dikin, xem diafirînin.
William Blake


Lezetek hind mezin bû ew kurkkirina xeman di dilî de ku wî nedihêla ti xweşiya dinyawî yan kêfek dî wê rawestîne.
Mark Twain


Kêfxweşî bo bedenê baş e lê xem hêzên giyanî pêş dixe.
Marcel Proust


Xem me hemiyan dîsan dike zarrok.
Ralph Waldo Emerson


Bi xemên zarrokan nekene. Hemî êş û azar wek hev in.
Charles van Lerberghe


Ciwanî rondikan dinase bêyî xeman, pîrî xeman bêyî rondikan.
Joseph Roux


Nîne roj bê xem.
Lucius Annaeus Seneca


Xem mirovan bi cidî dide pûnijandin, têgihiştinê tûj dike û dilî dinermîne.
John Adams


Her dilî xemên xwe yên nehînî hene ku xelk nanase lew em pirrî caran dibêjin filankes sar dema ew bi rastî xemgîn e.
Henry Longfellow


Gelek kes bawer dikin ku xem beşek ji xweşiyên jiyanê ye.
Soren Kierkegaard


Nîne mezintir êş û azar ji hindê ku mirov di hejariya xwe de rojên xwe yên xweş bi bîr bîne.
Dante Alighieri


Xema borî zewq e.
Thomas Fuller


Şirîn e zewqa piştî xemê.
John Dryden


Li Xemistanê em hemî bi tenê ne.
May Sarton


Kesê pirr êş kişandiye, pirr fêr bûye.
stiranek Roland


Xem hişmendî ye.
John Keats


Xem bo me hişmendî ye.
Alfred Tennyson


Xem rastiyan nîşa me dide wek çawan şev jî stêran.
Philip James Bailey


Ma dê çi ji xewnên têrxem bo te bimîne ger jê hişmendiyê fêr nebî.
Maria Jotuni


Dilê min hind bi xemê hatibû dagirtin ku min dikarî hemî bajar pê bixeniqînim.
Harriet Beecher Stowe


Xemgîniya bêdeng ji hemiyan xeternaktir e.
Jean Racine


Xema ragirtî dilî dipeqîne.
pendek inglîzî


Dilê xwe nerm bike bi vegotina belaya bûye qedera te çiku veşartina kul û kovanan di avika xwe de dikele û difetise.
Publius Ovidius Naso


Tenê ew kes, yên ku fêrî nasîna xemê bûne, dikarin wê li gel xelkê parve bikin.
Sofokles


Dê siviktir bibe li te barê xeman ger te heval yan hevrêyek guhdar hebe.
Kallimakhos


Derman e parvekirina xeman bi heval û hevrêyan re lê xemên di dilî de veşartî ducarî xeman peyda dikin.
Edmund Spenser


Giriyê xwe nefetisîne!
Thomas Moore


Xeternak e xwe biavêjî ser text û kursiya xeman.
Henri Amiel


Xema min keleha min e.
Soren Kierkegaard


Xema me resen e ger kes ne şahid be.
Martialis


Bo xemikên sivik peyv pirr in lê peyvek jî peyda nabe bo kul û kovanan.
Samuel Daniel


Belayê em ji miriyan veqetandin û li gel yên sax kirin yek.
Juhan Viiding


Sarî û terkexemî bi asanî peyvan dibînin lê dostiya resen bi zimanê xeman û bêdengiyê dipeyive.
Jean-Jacques Rousseau


Ya herî giran xemgîniya bi tenê ye.
pendek frensî


Mirov dê neçar bibe jiyanek bêkêf bijî ger bikare bêxem bijî.
Publius Syrus


Xem her saetekê dikin deh.
William Shakespeare


Derd bi xwe derman e.
William Cowper


Dibînim ku xemên mezin derdên biçûk derman dikin.
William Shakespeare


Ji felsefeyê li dermanê derdan digerrim.
Marcus Tullius Cicero


Bo belayan felsefe vexwirakek derman e.
William Shakespeare


Nîne derd yê dem venemirîne.
Servius Sulpicius


Nikarî nehêlî firrindeyên xeman di ser serê te re biborin lê dikarî nehêlî ku ew hêlîna xwe di nav serê te re çêkin.
pendek çînî


Okyanos ne bêqirax e - xem jî ne.
Thomas Cambell


Nîne ti tişt yê nikare bibe sedema hem xeman û hem jî xweşiyan.
Lucius Annaeus Seneca


Xem tenê siya kêfê ye; kêf tenê rûpoşê xemê ye.
Laotse


Kêf û xweşiyên xwe çend xerc bikî, hind zêdetir bo te dimînin.
Ralph Waldo Emerson


Gelek mirov hind kêrxweş in hindî ku ew biryar didin ku kêfxweş bin.
Abraham Lincoln


Bawer bike kêfa resen tiştek cidî ye.
Lucius Annaeus Seneca


Divê bi cidî li tiştekî binerî ger bixwazî hin kêfê peyda bikî.
Oscar Wilde


Dibe salê carekê mirov heyto-hotê jî bike.
Aurelius Augustinus


Tenê kêf malê resen e, tiştên dî sexte ne.
Edme Boursault


Bêsûdtirîn roj ew e ya em nekenîbin.
Charles Field


Kenê zelal tenê ji kesên ji reh û rîş ve qenc tê.
Nîkolay Gogol


Ger li vê dinyayê xweşiyek hebe, bi wî kesî ye yê dilpak.
nenas


Jidestdana kêfê jidestdana hemiyê ye.
Stevenson


Ax ca çend watedar e ken! Ew kilîlê nivîsên nehînî ye, bi wî em her tiştê mirovî dinasin.
Thomas Carlyle


Baştir e ne li ser girî lê li ser kenî bêt nivîsîn ji ber ku ken taybetmendiya mirovan e.
François Rabelais


Enerjî kêfxweşiya herherî ye.
William Blake


Mirrûtokî ne ti dîn û ayîn e. Reftara xweş û bişir û girnij Te nêztirî Yezdan dikin, pirrtir ji dua û lava bikarin.
Swami Vivekananda


Bidestxistina kêfxweşiyê bi berxwedanê baştir e ji hindê ku radestî xeman bibî.
André Gide


Gul û firrinde mamosteyên şadiyê ne.
Soren Kirkegaard


Şampanya, muzîk û jina yê cîran.
Lord Byron


Xelkê kêfxweş bike û dê bibînî ku bi xwe jî kêfxweş dibî.
Friedrich Vischer


Hin kes kêfê parve dikin, hin jî wê diafirînin.
nenas


Rexek dinyayê nikare di kêfa rexê din bigihe.
Jane Austen


Li ber mirovan du rêç hene. Piştî pûnijînê yê hişmend rêça kêfxweşiyê dibijêre, yê bêhiş rêça zewqê.
Katha-upanishad


Ax ca çend baştir e ji kêfxweşiyê bikenî, ne ji girînê kêfxweş bibî.
William Shakespeare


Giriyê mirovan baştirîn mafê wan e.
Jacques Delille


Xemên sivik dengbilind in, yên giran lal in.
Lucius Annaeus Seneca


Wêrekî û tirsokî


Dûjeh ji kevirên dilê wan kesan hatiye avakirin yên ku dibêjin: "Ti ji min nayê!"
Heywood Broun


Li wî cihî, yê serdestiyê nade bend û girêk û sinoran; li wî cihî, yê bindestî û bêzarî nayê pejirandin, li wê derê bawerî bi xebatê heye.
Mehmûd el-Mes'edî


Min carekê bihîst zarokek dihat şîretkirin: Wî tiştî bike yê ku jê ditirsî.
Ralph Waldo Emerson


Di jiyanê de herî zêde pêdiviya me bi kesek wa heye yê bistehiyê (cesaretê) bide me daku em wî tiştî bikin yê ku em dizanin.
Ralph Waldo Emerson


Yezdan alîgirê wêrekan e.
Ovidius


Yê bihêz ew e yê ku hem amadeyî şerr e û hem jî dikare şerrî paşve bixe.
Lucanus


Wêrekî qet tine ye; hemî pileyên tirsê ne.
John Wainwright


Mirin direve ji her kesî yê ku ti qîmetê nadiyê.
Daryos


Baştir e şêr bî rojekê, ne mih bî hemî jiyanê.
Elizabeth Kenny


Bistehiya xwe berhev bike û dest ji tirsa têrxem berde.
Vergilius Maro


Her afirandin wêrekî ye.
Christian Morgenstern


Çepikên tenê kesekî jî xwedî bandorên mezin in.
Samuel Johnson


Nizanim ti tiştî bistehtir ji hêz û hinêra mirovî ya bi gavên jixwebawer dikare jiyana xwe xweştir bike.
Henry David Thoreau


Pîvana nirxê rast û resen: ka can dikare xwe li ber çiqas rastiyê bigire, ka wî bistehiya çiqas rastiyê heye.
Friedrich Nietzsche


Wêrekî belkî êşek dijwar be.
Graham Greene


Bi rastî wêrek bûye yê yekem kes bû ku oyster xwariye.
Jonathan Swift


Wêrekî ew e ku ji du xirabiyan ya kêmtir bibijêrî.
Stendhal


Rîskan bigire! Hemî jiyan rîsk e. Herî zêde ew pêş dikeve yê diwêre û dixebite.
Dale Carnegie


Ger ti newêre, ti wernagire jî.
John Heywood


Nefret dikim her tiştî yê zanîna min zêde dike lê daxwaza xebatkirina min geş nake.
Johann Wolfgang von Goethe


Bes e suhbeta li ser qenciyê. Bi xwe qenc be!
Marcus Aurelius


Mirovên qenc stêrên dema xwe ne, ronahiyê didin serdemên bên.
Ben Jonson


Pirraniya me razî ne ger tenê bikarin mal û namûsa xwe destlênekirî biparêzin.
Niccoló Machiavelli


Felsefe rêya kirinê nîşan dide, ne ya gotinê.
Lucius Annaeus Seneca


Yê li janên xwe binale, dibe bendiyê wan; ti kes nagihe heqê xwe ger xwe ranekêşiyê.
Kaarlo Kramsu


Hêvî dikim bizanim ku ji goriyan im, ne ji celadan.
Adam Michnik


Li derazînka dilwasiyê ji xwe bipirse ka diwêrî îro çiqas bistehiyê bikarneînayî bihêlî.
Tommy Tabermann


Bistehî ji hêzên mirovî ya bihêztirîn e. Dema fêrî wê bibî, ti tişt nikare te bişkîne. Ti tişt.
Norman Vincent Peale


Bihêz û bisteh bin... çiku ezdan, Xwedayê we, li gel we dimeşe. Ew we bi tenê nahêle û berê xwe ji we nagire.
Peymana Kevn


Wêrek berdiliyên Felekê ne.
Vergilius Maro


Yê vîn û îradeyek xurt hebe, dinyayê wek xwe lê dike.
Johann Wolfgang von Goethe


Ya giring ne jiyan e lê ew bistehî ye ya ku mirov diîne jiyanê.
Hugh Walpole


Ji yên tirsonek re bibêjin: Dilêr bin, netirsin.
Peymana Kevn


Ma dê jiyan çi ba ger me bistehiya cerribandinê neba.
Vincent von Gogh


Xwe ji bîr bike! Mereqa xwe bide ser bistehiyê.
Norman Vincent Peale


Dinya wek gezgezînkê ye. Ger tila xwe bikiyê, dê bi te vede. Lê bi destê xwe bişidînî, ti li te nake.
Edward G. L. Bulwer-Lytton


Kêm in li vê dinyayê ew asteng yên mirov bi hêz û hinêrên kêm jî nikariyê.
Henry David Thoreau


Divê em biwêrin, hê jî biwêrin û paşî wêrekiya xwe bidomînin.
George Jacques Danton


Mirovên qenc herdem wêrek in lê yên wêrek ne herdem qenc in.
Kungfuçe


Divê bistehiyê hem çav û hem jî dest hebin.
H. G. Bohn


Bo yê têr bisteh her welat warê wî ye.
Demokrîtos


Mirovê bisteh dikare li biyanistanê jî her wek li warê xwe bijî. Ne sirişta lêmangehê lê helwesta mirovî bi xwe çawaniya jiyanê diyar dike.
John Lyly


Cidî me; li berdêlan nagerrim; lêborînê daxwaz nakim; gavekê jî paş ve na-avêjim û têm guhdarîkirin.
William Lloyd Garrison


Mêrek wêrek bo peydakirina helwesta pirraniyê bes e.
Andrew Jackson


Hemî bo yekî û yek bo hemiyan.
Alexandre Dumas


Her ramana nû pêşî raya kêmaniyekê ye ku tenê ji kesekî pêk tê.
Thomas Carlyle


Bistehî vegir e. Dema mirovek wêrek helwesta xwe diyar bike, yên dî jî ji xwe piştxurt dibin.
Billy Graham


Wêrekî ji qenciyan ya herî sadetirîn û girrtirîn e.
Herman Merville


Wêrekî li bazarê tiştê yekem giring, duyem giring û sêyem giring e.
Thomas Fuller


Yezdan ne canê newêrekiyê lê canê xurtiyê û jihevhezkirinê û pakiyê daye me.
Mizgîn (Incîl)


Qehremanî bilindiyek e ku ne yên qels û ne jî yên kêmbawer dikarin bigihinê.
Henry Amiel


Bo yê dilêr ti tişt nîne çênebe.
Jacques Coeur


Hişyar bin, di baweriya xwe de qayim bin, gernas bin, xurt bin.
Mizgîn


Yê heq qet naheje.
Mizgîn


Nîne ti gef û talûke ya ku mirovê bawer nikare serî jê bistîne. Rêya pîroziyê ji deriyê sebr û wêrekiyê dest pê dike. Yê wêrek bi aramî û hêminî pêrgî asteng û dijwariyan tê û wan radimale.
Axel Fredenhom


Bisteh be daku hêzên mezin alîkarî te bin.
Basil King


Biwêre ew be yê ku baş dizanî ku dikarî bibî; biwêre bibe ew mirovê mezin yê ku ti car nebûyî.
Norman Vincent Peale


Kes hene ji taqeta xwe pitir dikin, hin jî ji bistehiya xwe pitir dikin.
Marthurin Régnier


Şans diyarî mirovên wêrek hatiye kirin.
Ennius


Şerrvanê çeleng hêrs nabe.
Laotse


Jiyan berxwedan e lê ne ceng e.
John Burroughs


Ta pêşî ne newêrek bî, nikarî bibî egîd û qehreman.
George Bernard Shaw


Egîd ne ew mirov e yê qet natirse; mirovê wisan tenê ehmeq e.
Egon Friedell


Tirs û hêvî dikarin ji hev bên veqetandin, û nîne tirs bêyî hêvî, wek ku nîne hêvî jî bêyî tirsê.
François de La Rochefoucauld


Tirs yekem tişt bû ku xweda afirandin.
Cæcilius Statius


Tam wek ku kelemçe yê girtî û yê çavdêrê wî bi hev ve girê dide, wisan hêvî û tirs jî bi hev re dimeşin; tirs dide pey hêviyê.
Seneca


Leşê birîndar ji destlêdanek nerm jî direve; siya vala mirovên xembar bi tirsa xwe dadigire.
Ovidius


Ne bela û mirin tirsnak in lê tirsa bela û mirinê.
Epiktetos


Tirs zimanî lal dike.
Terentius


Her kes ji xwe ditirse û her kes tirsên kesûkarên xwe pêkenok dihesibîne.
J. A. Spender


Tirsê pirr çav hene.
Miguel de Cervantes


Tirs bi asanî wa dike ku mirov bawer bike ku ya herî kembax dê biqewime.
Quintus Curtius Rufus


Nizanim ka divê ji çi bitirsim lê dîsan jî ji her tiştî ditirsim.
Ovidius


Tirsê wêrekî dayê.
Ovidius


Tirsa mezin bi wêrekiyê tê niximandin.
Lucanus


Pirrî car tirsa mirovî digihe wê pileyê ku mirovî dike zêde-wêrek.
Otto Weiss


Neçar dimîne ji gelekan bitirse ew mirov yê ku gelek jê ditirsin.
Laberius


Wek çawan wêrekî jiyanê dixe talûkeyan, tirs jî wisan wê diparêze.
Leonardo da Vinci


Hemî tişt kêmtir tirsnak in ji ku dixwiyin.
William Wordsworth


Tirsa ji talûketiyê deh hezar car tirsnaktir e ji talûkeyê bi xwe.
Daniel Defoe


Ne hewceyî şûrî ye ew yê ku ne bendiyê tirsê be.
Mahatma Gandhi


Di jiyanê de divê ji ti tiştî neyê tirsîn. Divê tenê bo têgihiştinê bêt têkoşîn.
Marie Curie


Gelek kes wa pirr ji mirinê ditirsin ku qet dest bi jiyanê nakin.
Henry van Dyke


Tirs hişî dide yê bêhiş jî.
pendek frensî


Ti hest hindî tirsê mirovî bêpar nakin ji hemî hêz, hinêr û hişê wî.
Edmund Burke


Dersa jiyanê fêr nebûye ew yê her roj ji azmûna tirsê derneçe.
Ralph Waldo Emerson


Tirsîn cuda ye ji hindê ku bihêlî tirs kuriya te bigire û te li dor xwe bizivirîne.
Katherine Paterson


Tek awa ku bikarî pê ji stresê bifilitî ew e ku rû bi rûyî tirs û gumanê bibî û lê binerî ka ew bi rastî çi ne.
Joan Borysenko


Divê em tevî tirsê jî bixebitin - ne ji ber wê.
nenas


Tirsa ji jiyanê êşa xweşdivî ya sedsala bîstê ye.
William Lyon Phelps


Tirsa ji pêşerojê rastiya vê gavê xwehr dike.
J. S. Dorian


Li kuncika tarî ya nezaniyê herdem tirs şên dibe.
Maksîm Gorkî


Wê bike ya jê ditirsî, dê tirsa te vemire.
Ralph Waldo Emerson


Tirsa ji evînê tirsa ji jiyanê ye, û kesên ji jiyanê ditirsin êdî sê-ji-çar pişk ji xwe mirî ne.
Bertrand Russell


Kembaxtirîn tirsonekî ew e ku bizanî ka çi ye qenc û wê nekî.
Kungfuçe


Tirsê li derî da. Bistehiyê derî vekir. Û li pişt derî ti kes nebû.
nenas


Bila bi dilşadî li bîra me be ku ji belayan yên herî dijwar û kembax ew in yên ku qet nayên.
James Rusell Lowell


Tirs kembax dike.
pendek fînlendî


Ew ji xeyalên xwe ditirsin.
Marcus Annaeus Lucanus


Sawêr xwe nîşanî tenê wan kesan didin yên ku lê digerrin.
pendek elmanî


Tirsê xweda û bêşermiyê paşa afirandin.
Prosper Joylot de Crébillon


Ji ti tiştê te bihîstî netirse ta ku bi xwe nebînî.
Aysopos


Zanîn jehra dijî tirsê ye.
Ralph Waldo Emerson


Hindî pitir li xwe hişyar bî, dê pitir bikevî belayan.
Jean de La Fontaine


Talûketî tirsê diafirînin, û tirs talûketiyên nû.
Richard Baxter


Bêguman bo yên ditirsin ev dinya tijî talûketiyan e.
George Bernard Shaw


Wey Yezdan, min jî bistîne, / bibe nav Gulistana Mergê / çiku bizdok û behecok im / li herderê erjengiyan dibînim / di mirovan de ji her tiştî pitir.
Eino Leino


Pitir ji di rastiyê de, em di xeyalên xwe de êş û azaran dikêşin.
Lucius Annæus Seneca


Kêm tirsonekî hay ji hemî tirsên xwe heye.
François de La Rochefoucauld


Gelek bû kul û kovan di jiyana min de lê ji wan yên herî kembax ti car negihan miradê.
James Abram Garfield


Bêtirsî piran li pey xwe, tirs wan li pêş xwe dişewitîne.
nenas


Şkence ye ji wan tiştan bêt tirsîn yên ku ti çare bo nîne.
Anakharkis


Tirsê wêrekiya wî zêde kir.
Publius Ovidius Naso


Hin tişt hene nikarî jê birevî lê dikarî bişkînî.
Lucius Annæus Seneca


Xinêkar e yê hest bi tirsa pîroz dike, kembax e yê dilê xwe req dike.
Peymana Kevn


Mirin jî tenê bûyerek ji jiyanê ye.
William De Morgan


Ma ti kes dibe kole ger ji mirinê netirse!
Euripides


Gelo mirov çawan dikare azad bijî? Bi bêqîmethesibandina mirinê.
Agis


Ta em ne amadeyî mirinê bin, em dest bi jiyanê nakin.
William Cornwallis


Yên bawer dikin ku dê ebedî bijîn, rezîl dijîn.
Publius Syrys Sententiae


Ma yê ji mirinê netirse dê çawan bi mirinê bêt gefkirin?
Laotse


Bêhişî ye bitirsî ji tişta dê her biqewime.
Publius Syrus


Tirsokî bêhişî ye.
John Florio


Ew dijî yê wêrekiya xwe radigire.
Johann Wolfgang von Goethe


Mirin tenê meşîna di dinyayê re ye wek dostan yên li deryayê diseyirin.
William Penn


Mirin tenê rêkek e ku divê pê ve biçî daku bigî bal Yezdan.
Thomas Parnell


Xeyal dikim ku mirin rêvingiyek xweş e ya ku diçimê piştî ku min hemî erkên xwe bi cih anîne.
Ella Wheeler Wilcox


Mirin xewek kûr ya ebedî ye.
Quintus Horatius Flaccus


Mirin tenê xewnek ebedî ye.
John Florio


Di mirinê de dinivî bêyî ku xewnan bibînî.
Napoleon Bonaparte


Bêriya welatê neyî dikim çiku bi her tiştê heyî kerrixîme.
Edith Södergran


Mirin tenê çûna nav jiyanek dî ye.
George Pettie


Mirin destpêka jiyanek dî ye.
Michel de Montaigne


Encax di mirina xwe de mirov bi temamî diwelide.
Benjamin Franklin


Ger roja xwe ya hesabê bizanî, dê herdem di mirinê de bijî.
Publius Syrus


Tirs herdem bend û zincîr e.
nenas


Jana herî dijwar ne ya ji şkenceyê ye lê ya xweamadekirina bo wê ye.
Îvan Gonçarov


Ti tişt mirovî nabizdîne ji bilî tirsê bi xwe.
Francis Bacon


Cihê tirs lê hebe şerm jî lê heye.
pendek ewropî ji sedsala 16ê


Cihê şerm lê hebe tirs jî lê heye.
John Milton


Birecife tu yê ku tawan kirine yên ku bê ceza mane.
William Shakespeare


Yê xelk jê ditirse, divê ji gelekan bitirse.
Decimus Laberius


Ger tirsê bixî dilê gelek kesan, divê tu bi xwe hê ji wan pitir bitirsî.
Periandros


Tirskar bi xwe ji xelkê pitir ditirse.
Claudius Claudianus


Tirs vedije li wan bi xwe yên ku tirsê belav dikin. Ger tirsê bixî dilê xelkê, divê tavilê bi xwe ji tirsê bibehecî.
Lucius Annaeus Seneca


Divê ji wî bitirsî yê ku ditirsînî tevî ku ew mêş be û tu gamêş bî jî.
Se'diyê Şîrazî


Yê tirsê belav dike bi xwe herî zêde ditirse.
Sir Thomas Overbury


Jiyan asan e bo wî yê şerm nake.
Dhammapada


Taybetmendiyek mixabinî hevpar e bo hemî welatiyên hêzdar: tirsonekî.
Voltaire


Bêwec e ji yê tirsonek dilovaniyê bipêyî.
[[Sir Thomas Malory


Tirsonekî maka stemê ye.
George I


Stemkar tirsonek in.
Thomas Draxe


Wek hemî tirsonekan, wî jî xwe dispart zilmê.
Charlotte Brontë


Tirsonek bû dijî yên bihêz û stemkar bû dijî yên hejar.
Percy Bysshe Shelley


Hem bêhêvîtî û hem jî pêbawerî çavên xwe ji tirsê digirin.
Sir William Alexander Stirling


Tirsonekî ye bixî stuyê xelkê wê berpirsiyariyê ya ku bi xwe jê direvî.
Julio Cortázar


Hewceyî wêrekiyê yî daku biwêrî bitirsî.
Michel de Montaigne


Zarrok


Zarrok û dêbav

Perwerdekirina zarrokan hilgirtina jiyanê ye di çira û pêtalekê de ku em ji nifşê xwe raberî yê bêt dikin.
Efletûn (Platon)



Baştirîn awayê borandina jiyanê ew e ku wê gorî tiştekî bikî ya ku piştî te jî bimîne.
William James


Ta ji zarrokê hez nekim, dengê min nikare wê aşt bike.
Yaşar Kemal


Nîv ji zarrokên cîhanê gorî dîtin û nerînên cîranan tên kirin.
A. S. Neill


Her zarroyek bi awayê xwe ji nû dest bi dinyayê dike.
Henry David Thoreau


Kes nikare bizane ka jiyan çi ye, ka dinya çi ye ta ku zarrokek nebe ku jê hez bike.
Lafcadio Hearn


Zarrok pira berev biheştê ne.
pendek farisî


Sava - ax çi destpêkek xweş e bo jiyana mirovî.
Don Herold


Sava - firişteyek e ku çengên wî bi dirêjbûna lingên wî re kurt dibin.
pendek frensî


Ti civat nikare razemeniyek ji hindê şîrdana ji zarrokan re baştir bike.
Winston Churchill


Zarrotî çare ye.
Jean-Paul Satre


Di hezkirinê de ew başî heye ku dizanî ka zarro li kû ye.
Yvonne Lombard


Zarroyên miskîn ti naxwazin: zarroyên miskîn tiyê wernagirin.
Otto von Bismarck


Ev e me savayek: ji serek hût û du cegeran pêk hatiye.
Eugene Field


Jixwe zarrok jî vê fam dikin. Zû zarrokekê bînin.
Marx Groucho


Diya min ji zarrokan hez dikir - ew amade bû hema destê xwe yê rastê bide daku ez jî zarrok bim.
Marx Groucho


Feneke ecêbiyan - tu ecêbî yî.
Henry Miller


Zarrok wê dibêjin ka çi dikin, pîremêr wê ka çi kirine, qeşmêr wê ka dê çi bikira.
Johan Oxenstierna


Zarrok zewqê ji vê gavê dibînin ji ber ku wan ne paşeroj û ne jî pêşeroj hene.
Jean de La Bruyére


Divê rê ji zarrokan re bêt dan ku li her gav û qûnaxê rastiya jiyanê bijîn.
Ellen Key


Xweşiya zarrokiyê ew e ku spehîtî, berzî û bextiyarî tiştên xwarinê ne.
Simone de Beauvoir


Berevajî mezinan, zarrok ne hewcedar in bêbextiyê li xwe bikin.
Johann Wolfgang von Goethe


Ji lomeyan pitir pêdiviya zarrokan bi nimûneyan heye.
Joseph Joubert


Taybetmendiya lîstik û yariyan ew e ku mirov bê sûc û sebeb dilîze, û bila lîstikan ti sedem nebe jî. Lîstik bi xwe sedem e.
Lin Jutang


Ji zarrokan em dibînin spehîtî û şadiyê, û herwa evînê ya ku dilê me wa mezin dike ku êdî cihê wî di sînga me de nîne.
Ralph Waldo Emerson


Dîmenên zarrokiyê bihagirantirîn mirasê jiyana me ne. Hindî pitir dijîm, zêdetir li wan vedigerrim û ew kaniyên neçik yên îlhamê ne.
Jean Sibelius


Dikarî bibêjî: jina min ya berê, mêrê min yê berê, karê min yê berê; lê nikarî bibêjî: zarrokên min yên berê.
Suzanne Somers'son Bruce


Ger ji dilê xwe bidî, ne gengaz e ku zêde bidî zarrokan.
Lee Salk


Baştirîn diyariya dêbav bidin zarrokên xwe ew e ku her roj çend kêlîkan bi wan re bin.
O. A. Battista


Yê qenc be dê zarrokên wî qenc bin.
Pendnameya Peymana Kevn


Di her zarrokî de, ca rewş yan dêbav çi bin jî, derfet û delîvên nijada mirovî ji nû ve diwelidin.
James Agee


Nijada mirovan dê biruxiya eger destpêka mirovan ne zarrok biya.
Jean-Jacques Rousseau


Her mirov mirovatî ye, dîroka dinyayê ye.
Jules Michelet


Karê te ne pêşbînîkirina pêşerojê ye, karê te gengazkirina wê ye.
Antoine de Saint-Exupéry


Raman mîna zarrokên biçûk in. Her kes herî zêde ji yên xwe hez dike.
Moa Martinson


Berz û bilind e ew mirov yê dilê xwe yê zarrokane hinda nake.
Mencius


Mezintirîn şaşîtiya dêbav li rasta zarrokên xwe bikin ew e ku zarrokiya xwe bi xwe ji bîr bikin.
Aksel Sandemose


Zarrok bo bidestxistina hêzê, pare û payeyan naxebitin. Ew dilîzin ji ber ku lîstin li ber wan xweş e lew xebata wan lîstik tê hesibandin.
Hans Selye


Belê, bihêlin zarrok ji xwe re bilîze û perwerdeyê têkilî lîstikê bikin.
Féneleon


Armanca perwerdeyê divê fêrkirina kesan be daku bi xwe bixebitin û bipûnijin lê berztirîn mebesta jiyana wan xizmetkirina ji civakê be.
Albert Einstein


Bawerî û bistehî (wêrekî) pêşîn û baştirîn tişt in ku divê dêbav fêrî zarrokên xwe bikin.
Smiley Blanton


Ger mirov di mirina xwe de ji zarrokên xwe re coşdariya xwe bihêle, wî mîrasek bêqam binirx ji wan re hêlaye.
Thomas A. Edison


Bîstûçar saetên bên bi zanetî bi xweşbînî basa her tiştî bike: basa karê xwe, destkeftinên zarrokên xwe, saxlemiya xwe û pêşeroja xwe.
Norman Vincent Peale


Baştirîn tişta bav bikare ji zarrokên xwe re bike ew e ku ji diya wan hez bike.
Theodore Hesburgh


Divê di her malbatê de ji yekî zêdetir zarrok hebin daku ger yek ji wan zekî be, yên din wî xwedî bikin.
Theodor Gottlieb von Hippel


Mirovên zekî û dahî ji mirbaran yên herî bextewar çiku karê divê ew bikin ew e yê ku ew herî zêde dixwazin bikin.
W. H. Auden


Canîkên herî neqet (şûm) dibin çaktirîn hesp.
Plutarkhos


Neqettirîn zarrok jî bi gotin her mîna bi lêdanê dê bêt vehewandin.
John Lyly


Baştirîn tişta ti kes bikare bike ew e ku bi ser bikeve di bikaranîna hêz û hinêra xwe de bo fêrkirina mirovan daku mirov taliyê fêr bibin bi xwe li gor hişê xwe bijîn.
Baruch Spinoza


Şîreta mamosteyek hişmend bo zarrokekî: her cara destê xwe bilind dikî, TU biryar didî ka dê mista xwe lê bidî yan destê xwe bi serî de bînî.
Veikko Niskanen


Baştirîn perwerdeya jiyanê wî wergirtiye yê ku herî baş dizane hem xweşî û hem jî xemên jiyanê hilgire.
Jean-Jacques Rousseau


Diogenesî li bavî dida dema kurrî dijûn digotin.
Robert Burton


Zarrok li kolanan wê dubare dike ya dêbav li malê dibêjin.
Telmûd


Ger bixwazî kurrî binasî, fêrî nasîna bavî bibe; ger keçê, fêrî dayê bibe.
pendek çînî


Gotin bêwec e - nimûne sedqat baştir e.
Henri Frédéric Amiel


Afirandina mînakên baş jî mîna meşîna li pey wan binirx e.
Francis Bacon


Şitil kûve bêt tewandin, dar wirve diçeme.
Vergilius


Xistina sed daran ji çandina yekê asantir e.
Henri Frédéric Amiel


Nizanim bapîrê min kî ye - mereqa min pirr zêdetir li ser hindê ye ka neviyê wî dê bibe çi.
Abraham Lincoln


Wek em dibêjin bike, ne wek em dikin.
Giovanni Boccaccio


Tek eslizayîtî esilzayîtiya giyanî ye. Mirov dikare wê ji xwe re peyda bike lê ne ji dêbavên xwe wek mîras wergire. Ma çi mifayê digihîne yê kor ku diya wî xweş didît yan yê seqet ku bavê wî xwedî kewnek baş yê bedenî bû.
Axel Fredenholm


Dema mirov ûcaxa xwe didomîne, xeyal dike ku bi hindê xwe razî dike. Ew şaşîtî ye: di rastiyê de jiyan xwe didomîne.
Arthur Schopenhauer


Berî bizewicim, min şeş teorî hebûn ka çawan zarrok tên xwedî kirin. Niha min şeş zarrok hene û ti teorî nînin.
Rochester


Di dilê xwe de bifikire çawan Yezdan şîretan li te dike, û çawan tu şîreta pêdivî ji xwe re dibînî. Eger îro pêwîstiya te bi wê şîretê hebe, tu dikarî wê bibînî. Eger hefteya bêt tu hewcedarî wê bî, hingê ew dê li ber te be. Herdem ne gerek e bi gotinan lava û duayan bikî. Bîskekê li Yezdan bipûnije. Bifikire ku Ew çend qenc e, çend dilovan e, û ku Ew li gel te dimeşe û rêberiya te dike û te diselihîne.
Norman Vincent Peale


Zarrok herdem zêdetir e ji encama dê û bavê xwe.
Wilhelm Reich


Bixwazî zarrokên te çawan bin, hemberî dêbavên xwe wisan be.
Isokrates


Kurrê bavê çirûk felîte ye.
pendek frensî


Bihêlin zarrok bi awayê xwe bextiyar bin. Ma wan dê çi awayek baştir hebe?
Samuel Johnson


Bo min ne xem e eger ez nenas bimînim. Lê ez ê bikoşim wisan bijîm daku bikarim tiştek binirx ji xwe bo cîhana pey xwe bihêlim.
Konfuçe


Bav be lê ti car ji bîr neke ku mirov î û bavê mirovekî yî.
Plinius


Zarokên we ne zarokên we ne. Ew kur û keçên bêrîkirina Jiyanê ne. Ew di we re lê ne ji we tên. Û tevî ku ew li cem we ne jî, ew ne malê ne.
Xelîl Cibran


Hezkirina xwe bidin wan lê ramanên xwe nedinê çimkî wan ramanên xwe bi xwe hene. Hûn dikarin matî ji û çavneriyê li bedenên wan bikin lê ne li canên wan çimkî giyanên wan di jîngeha roja sibê ve dijîn ku hûn di xewnên xwe de jî nikarin biçinê. Hûn dikarin tê bikoşin ku bişibin wan lê nedin xwe ku wan bişibînin xwe çimkî jiyan ber bi paş de naçerixe û di roja borî de jî nasekine.
Xelîl Cibran






Parveke: